Bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava a bajarê Heleb bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ên li ser gundewarên Nisêbînê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku îro di vê meha adarê de ku meha berxwedanî û serkeftin ye dewleta faşîst a AKP`ê êrîşê gelê me dike û hat gotin: “Em weke Yekîtiya Ciwanên Rojava a taxa Şêxmeqsûd, ev komkujiya ku dewleta AKP`ê li ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi tevahî û li ser bajarê Nisêbînê bi taybetî şermezar û lanet dikin. Em soz didin ku em ê sînorê ku li me hatiye dorpêçkirin bişkînin.
Bi hêzên ciwantî û bi berxwedanê em ê gelê xwe ji hemû çete û dewletên desthiladar rizgar bikin.”
HELEB