
Li bajarê Dirbesiyê ya li herêma Cizîre Navenda Ciwanan ku di dema Rejîma BAASê de ciwanên ku ne endamê partiya BAASê bûn nikarîbûn bikevine, di pêvajoya sazkirina Xweseriya Demokratîk de deriye xwe ji hemû ciwanan re vekir.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku Kurd rêveberî dewr girtin û dest bi xebatên sazkirina Xweseriya Demokratîk kirin, ciwan jî xebatên xwe pêş xistin. Di vê pêvajoyê de di rêxistinbûna ciwanan de jî gavên dîrokî hatin avêtin. Li bajarê Dirbesiyê jî Navenda Ciwanan hate vekirin û ciwan karên civakî li vir birexistin kirin. Navenda Ciwanan ya ku di dema rejîma BAASê de ketina ciwanên ku ne endamê partiya BAASê bin qedexe bû, niha deriyê xwe ji ciwanên Erêb, Hiristiyan û Kurd re vekiriye. Niha di navendê de dersên zimanê dayike, felsefe, sporên futbol, voleybol, basketbol û kursa kompîturê yên ji bo ciwanan hatine destpêkirin. Rêveberiya navendê ji 13 ciwanan pêk tê û 7 ji wan jin in.
Li navendê xebatên berfireh
Endama Revêberiya Navenda Ciwanan Sîlvîa Şexdavut da zanîn ku piştî 19 Tîrmehê Kurdan dest danî li ser revêberiyê wan jî weke ciwanên Dirbesiyê Navenda Ciwanan desteser kir û deriyê ji ciwanan girtîbû ji hemû ciwanan re vekirine. Şexdavut, diyar kir ku li navendê di gelek qadan de ji bo perwerdekirina ciwanan xebatan dimeşînin. Şexdavut anî ziman ku ew ders û kursan didin ciwanên ji komên 12 kesan pêk tên û diyar kir ku bê cudahî deriyên wan ji hemû ciwanên erêb, xiristiyan û kurd re vekiriye. Şexdavut da zanîn ku ewê xebatên xwe di demên pêş de mezintir bikin.
Xewnên wan bû rastî
Xwendevanê zaningehê ye bi navê Welat Omar ku ji bo dersên sporê tê navende diyar kir ku ew di hefteyê de se roja bi alîkariya mamosteyan ders dibînê. Omar, da zanîn ku berê navendên wan yên ku xwe bi beşên sporê peş bexin tune bû û xwest li bajar stadûm bê avakirin. Omar diyar kir ku çend meh berê ji ber ku ne endamê partiya BAASê bû nikarîbû bê navendê û got derfetên niha yên li navendê berî demekê weke xewnekê bû, lê niha ev xewn bi xebatên ciwanan dibin rastî.
Ciwanê erêb ye ku li Dirbesiyê dijî Muhammed Huseyîn jî diyar kir ku li navendê hemû ciwanên Dirbesiyê tevî sporê, di gelek qadan de dikarin xwe perwerde bikin û pêş bexin. Huseyîn anî ziman ku ciwanên Dirbesiyê yên ku heta niha tu derfetên wan tune bû dîsa jî di hemû beşan de serketin û got ew kêfxweş e deriyê navendê ji hemû ciwanan re vekiriye.
DÎHA/DIRBESIYÊ