Li bjarê Qamişloyê 30 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda Şehîd Serhed a YPG’ê tevli perwerdeya bikaranîna çekan bûn.

Li Girkê Legê jî piştî ku gelek ciwan bi awayekî fermî tevli nava refên YPG, YPJ û hêzên asayişê bûn, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser bendên kontrolê yên YPG'ê û asayişê nobeta parastinê digirin.

Ciwanê Çeçen tevlî YPG'ê bû  
Li rojavayê Kurdistanê her roja ku rûyê qirêj ê komên çete derdikeve holê, hêsra gel jî zêdetir dibe û tevlibûna nava YPG’ê xurt dibe. Ji bilî welatiyên Kurd, ji netewên din jî gelek ciwan di rojên dawî de tevli YPG’ê dibin. Piştî banga seferberiyê, nêzîkahiya gel zêdetir bûye.
Ye ji van ciwanan jî Subhî Ewad ê ku bi eslê xwe Çeçen e. Ewad li bajarê Serêkaniyê dimîne, piştî hovîtiya çeteyên El-Nusrayê tevli YPG’ê bû û diyar kir ku ew li ser baweriya ku YPG ji bo parastina hemû pêkhteyên herêmê têkoşînê dike tevli bûye.
Ewad ev tişt anîn ziman: “Komên çete li dijî hemû pêkhateyên herêmê êrîş pêk anîn û ketine bajarên me. YPG'ê jî li dijî komên çete bêyî ku cudahiyê têxe navbera Kurd, ereb, asûrî, sûryanî û çeçenan, ji bo parastina hemû pêkhateyan ket nava berxwedanê.”
Ewad bang li hemû ciwanên herêmê yên hemû pêkhateyan kir ku tevli nava refên YPG'ê bibin. 

SERÊKANIYÊ