DÎLAN KARACADAĞ Fenomena medya civakî Deno, doh êvarê bi Ciwan Haco re li ser Instagramê bernameyeke zindî weşand. Bernameyê qederê saetekê dewam kir û bêhtirî 17 hezar kesan zindî lê temaşe kir. Di bernameyê de Ciwan Haco stranên xwe jî gotin. Ji ber vîrusa koronayê jiyana rojane ya rûtîn, êdî ne rûtîna berê ye. Weke gelek çalakiyan, konser jî hatin betalkirin. Doh bernameyek hebû ku bi mirov bide gotin, “di vê qiyametê de xêrek bû”. Ciwan Haco konsera xwe ku gelek heyranên wî nikaribin herinê, bire nava malan. Bi hezaran kesî lê temaşe kir Li gorî saeta li Amedê lê, saet 22:00’yan bernameyê dest pê kir û qederê saetekê dewam kir. Beriya wê bi du rojan Deno reklama wê di ser hesabên xwe yên medyaya civakî re kiribû. Pêşkêşvanê bernameyê, şanoger û fenomenê medya civakî Deno (Deniz Ozer), hem bi Ciwan Haco re peyivî û hem jî kir ku Ciwan Haco stranan bibêje. Ciwan Haco pêşî strana “Bella Ciao” got. Wî carinan bi espiriyên xwe mirov dan kenîn û carinan jî bi anektodên xwe ew xemgîn kirin. Deno ji min re li ser peydabûna fikra xwe got, “Fikra bernameyê ya min bû; esas yek ji xewnên min ên herî mezin bû. Di van rojên koronayê de jî derfetek peyda bû. Min jî pêşniyaz kir û wî jî qebûl kir, xwedê jê razî be." Ciwan Haco çi bi Kurdî be qîmet pê dide Ciwan Haco jê re got, ew girîngiyê bi karên wî yên Kurdî dide û wiha peyivî: "Ez karên we yên ji bo ziman û çanda Kurdî diecibînim. Çi ji destê min bê ez hazir im bikim." Gava Deno ji Ciwan Haco pirsî ka ew hez ji kîjan terzê muzîka Kurdî dike di nava muzîka Kurdî de, wî got, "Dewleta me nîne. Zimanê me û muzîka me qedexe ye. Ji ber wê bi zimanê Kurdî çi xebat bê kirin, ez qîmet pê didim." Bila li pêvajoya aştiyê vegerin Ciwan Haco bang li dewleta Tirk kir da ku li pêvajoya çareseriyê vegere û got, "Bêhtirî sed salan e şerek dewam dike. Ma wê heta bi ku biçe, çiqas kesên din wê di vî şerî de jiyana xwe ji dest bidin? Êdî bila dema rûniştina li ser maseya çareseriyê û muzakereyê bê." Mijara weşana zindî ya bi Ciwan Haco re li ser lîsteya Twitter a Tirkiyeyê di nava rojevên populer de di rêza 12’an de cihê xwe girt.