Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî Efrîn û Kobanê meşên li herêma Cizîrê ji Dêrik û Dirbêsiyê ber bi Qamişloyê ve hatine destpêkirin.
Derbarê sedema hatine Qamişlo de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Qamişlo navenda siyaseta me ya rojavayê Kurdistanê ye. Wekî hinek derdor dibêjin navenda siyaseta vir Hewlêr nîn e. Lewre em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger navenda siyaseta xwe wekî Qamişlo dibînin. Me meşên xwe jî, bi vê ferasetê ber bi Qamişlo ve dane destpêkirin. Kesên dixwazin ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebatê bigirin jî, divê Qamişlo esas bigirin.” Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kesî û bi taybetî jî, bang li ciwanan hate kirin ku tevlî çalakiya pêşwazîkirina meşvanan bibin.  Meşvanên ji Dêrik û Dirbêsiyê tên dê îro li Xaçerêya Qermutê bigihîjin hev û tevlî “Meşa Înê” bibin.

ANF/QAMIŞLO