Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 6 bajarên Ewrûpayê daketin meydanan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Çalakiyên ciwanan li bajarên Elmanyayê Bonn, Bochum, Bielefeld, Duisburg û bajarên Fransayê Bordeaux, Marsîlyayê bûn.
Elmanya
Li Bonnê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 71’ê de, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku êdî çalakgerên grevên girçîbûnê li ber mirinê ne û ji gel hate xwestin ku bi ruhê seferberiyê ji bo pêkhatina daxwazên wan hewl bide.
Li Bochumê jî bi heman armancê çalakiya îtaetnekirina sivîl hebû. Ciwanan diyar kir ku heta ku tecrîd bê şikandin ew ê çalakiyên xwe mezin û xurt bikin.
Li Bielefeldê, bi beşdariya ciwanên înternasyonalîst li ber gara navendî ya trênan (HBF) çalakiyeke îtaetnekirina sivîl hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" hatin gotin û piştgiriya ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate îfadekirin.
Li Duisburgê jî, ciwan li ber gara trenê ya bajêr civiyan û bi gotina dirûşma "Bijî Serok Apo" tecrîd şermezar kir.
Fransa
Li Bordeauxê, ciwan li kolana Sainte Catherine civiyan û li ser çalakiyên greva birçîbûnê belavok belav kirin. Ciwanan got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Ji bo vê pêwîstî bi çi hebe, em ê wê bikin."
Li bajarekî din ê li başûrê Fransayê, li Marsîlyayê, ciwanan rêya Bel du Maidenê li çûnûhatinê girt û 35 deqîqeyan dirûşm gotin. Ciwan piştre meşiyan û di dawiyê de jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.
DUSIBURG / MARSÎLYA