Ji bo hilbijartina Komîteya Amedekar a Kongreya Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi peşengiya kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava bi ciwanên Ereb, Tirkmen, Asûrî û sazî partiyên cihêreng re civînek hat lidarxistin.

Ji bo hilbijartina komîteyê, kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava bi nûnerên ciwanên di nav rêxistinên MSD, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tirkumen, Yekîtiya Sûriyenan, Partiya Asurî, Tevgera Ciwanên Ereb, Desteya Netewî ya Ereb û Partiya Modernîteyê re, civînek lidar xistin.

Di civînê de Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Şehîn Cûdî armanca lidarxistina Kongreya Ciwanên Sûriyeya Demokratîk nirxand û got divê ciwan jî bi rengê xwe yê demokratîk tevlî çareserkirina aloziya Sûriyê bibin.

Di dawiya civînê de Komîteya Amadekar a kongreyê ji nûnerên ciwanên MSD, YCR, Yekîtiya Jin Ciwan, Tirkmen, Yekîtiya Sûriyen, Partiya Asûrî, Tevgera Ciwanên Ereb, Desteya Netewî ya Ereb û ciwanên Partiya Modernîteyê hatin hilbijartin. 


ANHA / QAMIŞLO