Di civînê de Endamên Dîwana Meclîsa Amadekirina Qanûnan a Demî Ebdilkerîm Umer û Hesen Ezam û Endama Yekîtiya Jinên Suryan Nezîra Kuriyê beşdar bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Ebdilkerîm Umerderbarê girîngiya rola ciwanan de di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de axivî. Her wiha diyar kir ku ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê rêveberiya xweseriya demokratîk ji bo 3 provansan “Cezîrê, Kobanê û Efrînê” hate avakirin. Ev proje dê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên welatiyan ji hemû pêkhateyan tevbigere û bixebite.
Umer di axaftina xwe de da zanîn ku di Meclîsa Teşrîî ya Demîde 3 komîte hatin avakirin. Yek ji van komîteyan ji bo amadekirina belgeyên derbarê pirojeya Xweseriya Demokratîk de hate erkdarkirin. A duyemîn jî ji bo hevpeymana civakî hate erkdarkirin û ya sêyemîn jî ji bo amadekirina qanûna hilbijartinan hate erkdarkirin.
Umer dest nîşan kir ku divê ciwan di nava hevkariyê de bin û dengê xwe bikin yek û bi awayekî demokratîk nûnertiya xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bikin.
Piştî ku endamên Dîwana Meclîsa Teşrîî ya Demîji civînê derketin, ciwanan civîna xwe berdewam kirin û komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan û aktîfkirina rola ciwanan di ewlekariyê û aramiyê de ava kirin. Her wiha diyar kirin ku beşdariya ciwanan di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîkde gelekî girîng e.
Piştî gotûbêjên tevger û rêxistinên ciwanandaxuyaniyek hate derxistin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji bo daxwaz û nêrînên ciwanan, tevger û rêxistinên ciwanan bi nûnerên ciwanan ên di Desteya Amadekirina Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civînek lidar xistin.”
Di civînê de hin Endamên Dîwana Meclîsa Teşrîî ya Demî amade bûn û pirs, pêşniyar û nêrînên ciwanan pêşkêşî wan hatin kirin. Li ser vî esasî ji bo şopandina kar û barên Desteya Amadekirina Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Komîteyek ji tevger û rêxistinên di civînê de amade bûne, hate avakirin.
QAMIŞLO