Ji çar aliyên Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Filistîn, Lîbya, Ermenîstan, Misr û Tiriyeyê zêdeyî 300 delegeyên Konferansa Ciwanan a Kobanê, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Navenda Çand û Huner a Kobanê doh dest pê kir. Konferans bi şiyara “Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve” pêk tê. Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn konferans organîze kir ku bi beşdariya ciwanên Ereb, Tirk, Kurd û Suryanî pêk tê.

Ji çar aliyên Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Filistîn, Lîbya, Ermenîstan, Misr û Tirkiyeyê zêdeyî 300 delege beşdarî Konferansê bûne. Ji Tûnis, Yemen, Efrîka Bakur û Sûdanê jî delege wê bi rêya skype peyamên xwe bidin.

Hin delege jî, ji ber ku Sûriye û Hikumeta Herêma Kurdistanê ew asteng kirin, nekarîn beşdarî konferansê bibin.

Guftûgoyên li ser paşerojê

Di Konferansê de ku wê sê rojan bidome, krîza Rojhilata Navîn, pirsgirêkên ku gelên di bin bandora modernîteya kapîtalîzmê de dijîn, rola ciwanên paşerojê di bin sîwana modernîteya demokratîk de, rista ciwanên şoreşger ên demoratîk û rêbazên çareseriyê yên pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê bên guftûgokirin.

Gaveke dîrokî ye

Li ser navê Komîteya Amadekar, Harûn Apoyî bi silavkirina delegeyan dest bi axaftina xwe kir.

Harûn Apoyî diyar kir ku konferans ji bo ciwanên Rojhilata Navîn gaveke girîng e û got, “Ev Konferans ji bo dahatûya Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye. Di heman demê de gelekî watedar e ku li Bakurê Sûriyeyê gaveke wisa tê avêtin. Ji ber ku li vê derê gelê Kurd tevî ciwanên gelên herêmê xwe feda kirine û ev ax rizgar kirine.”

Ciwan kilîta çareseriyê ne

Li ser navê Komelên Ciwanan, Rustem Dilşad jî got, “Ciwanan ne bi tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn jî pêşengiyên mezin kir. Beriya bi çend salan Rêbertiya me ji bo pêkanîna konferanseke wisa, pêşniyazên xwe kiribûn. Em bawer dikin ku ew ê ciwanên Rojhilata Navîn hemû pirsgirêkan çareser bike û ew ê tevkariyê li çareseriya demokratîk a welatên xwe bikin.”

Dergûşa şaristaniyê ye

Li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Ehmed Osman jî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, “Li Rojhilata Navîn a ku dergûşa şaristaniyê ye, krîzên mezin rûdidin. Lê li Rojhilata Navîn mîrateyeke mezin jî heye.”

Ji bo rêyên çareseriyê

Li ser navê ciwanên Filistînê Nadya Mehmûd jî got, “Em li hemberî pergalên kapîtalîst û rejîman ji bo rêyên çareseriyê hatine vê derê.”

Piştî minaqeşeyan Konferansê bi sînevîzyona li ser berxwedanên gel ên li Rojhilata Navîn û bi guftûgokirina rewşa siyasî dewam kir.

 

ANHA/KOBANÊ