Ciwan û rihê serhildanê
Tanriverdî xwest xwendekar û ciwan şîara Ocalan a "Me ciwan dest pê kir emê ciwan berdewam bikin, em dê ciwan biqedînin" esas bigirin û wiha berdewam kir: "Çi tevgerên ciwanên Kurdistanê û çi tevgera ciwanên Tirkiyeyê divê piştgiriyê bidin peyama Rêberê Gelê Kurd Aldullah Ocalan. Di 12'ê Îlonê de hevalên me girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo mafê gelê Kurd û Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber mirinê. Niha her kes behsa aştiyê dike. Lê ev ne pêvajoya aştiyê ye. Ev pêvajoya muzakereyan e. Divê di nava gel de rehetî û rehawet neyê despêkirin. Rêbere me got êdî dora çalakiyan ya gel û ciwanan e. Divê em êdî li dervê di qada siyasî û civakî de hêza xwe derxin holê. Gerîlla dê hêza xwe di 8'ê Gulanê de paşve bikişîne. Em bang li ciwanên ku xwe didin paş û tevlî vê pêvajoyê nakin dikin û dixwazin bêtir xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Divê em ala Rêberê xwe bi ruhê şoreşgerî bilind bikin. Silogna me 'Heta Rêberê me Azad nebe em jî azad nabin". Ev erk û berpirsiyariya hemû ciwanên Kurd e."
Li her qadê têkoşîn
Xwendekarê Zanîngeha Çewlîkê ku tevlî konferansê bû Gafur Opergî jî anî ziman ku armanca konferansê ew bu ku hemû ciwanên Kurd bi awayekî çalak û bi hêz tevlî vê pêvajoyê bikin û ciwanên Kurd bêtir bi rêxistin bikin. Opergî, da zanîn ku xwendekarên Kurd ên ciwan dê bi famkirin û têgihiştina Ocalan vê pêvajoyê bidin ser milê xwe û pêş bixin.
Xwendekara Zanîngeha Turgut Ozalê Ozge Yilmaz jî da zanîn ku xwendekarên Kurd di ferqa rol û misyonê xwe dene û wiha got: "Di salên 1968 û 1972'an de hemû şoreşgeran têkoşîna gelê Kurd a azadiyê diparast. Têkoşîna gelên Tirkiyeyê û Kurdan hevpar e. Divê ji bo parastina mafên bindestan, mafê nasname, ziman, çand û çînê ya li dijî serdestiyê û mafê jinan platforma têkşîna hevpar ava bikin. Têkoşîna me ya hevpar dê Tirkiyeyê pêş bixe."
'Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd'
Yilmaz, bal kişand ser têkoşîna Denîzan, Mahîran û Îbrahiman û diyar kirin ku wan di têkoşîna Tirkiyê de her tim ji bo biratiya gelan têkoşîyan û li sêdarê jî gotin "Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk" Yilmaz, xwest ji bo çareseriya demokratîk û avakirina çareseiyê ciwan pêşengiyê bikin û xwest di vê pêvajoyê de ciwan hesasiyetên gel li ber çavan bigirin û bêtir xwe tevlî pêvajoyê bikin.
Xwendekarê Zaningeha Fatîhê Mervan Durmaz jî anî ziman ku armaca vê konferansê xwendekar li dijî zextan û mafan bêtir xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe yê xwendekaran civak û gel biparêzin.
DÎHA/AMED