
Çalakiya meşa dirêş a 5 rojan ya endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad a ji bo azadiya Ocalan, ya ji Dortmûndê heta Kolnê dest pê kir. Meşa dirêj a 5 rojan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad, li Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) ya li Dortmûndê dest pê kir. Meşa dirêj bi dirûşmeya ‘Bi tolhildana şoreşger mêhtingeriyê parçe bike, Rêbertiyê azad bike’ û di çarçoveya kampanyaya ‘Azad Bike’ de tê lidarxistin. Meşa dirêj wê bi Festîvala Çanda Kurd a 25’emîn ku di 16’ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, wê bi dawî bibe.
Meşa dirêj îro bi beşdarbûna ciwanan bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin ku armanca meşa dirêj balkişandina ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ciwanên ku tevlî meşa dirêj bûn, gotin, ‘Em ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin.’
Rêber Apo hebûna me parastiye
Li ser navê Ciwanên Azad Zerdeşt Botan di daxuyaniya çapemeniyê ya beriya destpêkirina meşê de axivî û got; “Rêber Apo rêberekî mezin e ku hebûna me parastiye, zimanê me parast, çanda me parast û Kurd ji qirkirinê parastin. Rêbertî li dijî sîstema kapîtalîst û zîhniyeta dewletê şerekî mezin dimeşîne û bi felsefeya xwe di cîhanê de bûye alternatîfa yekem.”
Hevserokê Giştî yê KCDK-E´yê Yuksel Koç û Hevserokê Giştî yê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer bi armanca piştgirîdayîna ciwanan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn û axivîn. Koç û Koçer ji bo meşa dirêj ya ciwanan banga piştgirî û tevlîbûnê kir.
Ciwanên doh dest bi meşê kir û di beşa yekemîn de 20 kîlometreyan meşiyan û gihiştin bajarê Hagenê.
Ciwan wê 5 rojan bimeşin û meşa xwe roja şemiyê bi gihiştina cihê 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya Kolnê bi dawî bikin.
DORTMUND