Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bonnê yê Elmanyayê ciwanan meşeke dirêj dabû destpêkirin. Meş di roja sêyemîn de tevî provokasyonên polîsên elman doh dewam kir.

Meşa dirêj di 9’ê Îlonê de bi şîara ‘Bi Rêbertî re bimeşe û faşîzmê têk bibe’ li Bonnê hatibû destpêkirin.

Roja Sêşemê li beşa Troîsfort-Kolnê nîjadperestna provokasyson kiribûn û polîsan êriş kiribû. Di vê êrişê de 4 ciwanên çalakger hatibûn destgîrkirin û piştre bi şertê ku tevlî meşê nebin, serbest hatibûn berdan.

Qedexeyên polîsên Elman doh jî dewab kir. Polîsan li ciwanan xwest sloganên ‘Bijî serok Apo, bijî rêber Apo, bijî PKK û Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ qedexe bike.

Meşa ciwanan a ji Kolnê ber bi Leverkusenê ve doh gava nûçeya me dihat amadekirin dewam dikir. Meş wê sibe li Gladbachê bi dawî bibe. 

 

KOLN