
Li Başûrê Kurdistanê beriya demekê pêşmergeyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendilê û pişgtiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşandabûn. Ciwanên devera Raperin li baxçeyê giştî yên bajarokê Ranye ser bi Rêveberiya Raperînê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin ku wê sibê ji bo piştgirî bidin helwesta pêşmergeyên dêrîn wê biçin Qendilê.
Daxuyaniya Ciwanan wiha ye; “Em daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku dijî pîlanên dewleta dagirker a Tirk û hevkarên wê yên navxweyî, piştgiriya pêşmerge û gêrilayan bikin. Bi vê boneyê sibê saet 9:30’an de li bajarokê Kilkey Kolên ya Raperîn kom bibin û ber bi Qendilê ve emê rêbikevin.”
Nûnerê Ciwanan Siyako Hisên axivî û wiha got; “Dewleta Tirk ya dagirker dijî gelê me dinava pîlanan deye û niha jî dixwaze bi alîkariya çend aliyên Başûrê Kurdistanê êrîş bike ser gêrîla li Şengal, Qendîl û herêma Behdînanê.”
Di dawiya axaftina xwe de Nûnerê Ciwanan Siyako Hisên wiha got; “Em pişgtiriya pêşmergeyên dêrîn giring dibînin û piştgiriya wan dikin. Her wiha ji bo şikestina van pîlanên dijminên dagirker daxwaz ji hemû ciwanan dikin bê deng nemînin û piştgiriya hêzên gêrîla bikin.”
ROJNEWS / RANYA