Ciwanên Kurd li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk li metropolên Tirkiyê xwe bi rêxistin dikin û çalakiyan pêk tînin. Di du çalakiyên li Stenbolê de 8 minîbus û wesayîtên zirxî hatin şewitandin; xwediyê fabriyeke eskerî hat kuştin.

Di daxuyaniya li ser çalakiyan de hat gotin, çapemeniya şerê taybet çalakiyan vedişêre; agahiyên ne rast dide, lê wê çalakiyên wan li dijî dagirkerî û qirkeriyê bidomin û wê ti carî dijberiya Kurd û Kurdistanê qebûl nekin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed li Başakşehîr a Stenbolê li dijî febrîqeyên ku kinc û malzemeyên leşkerî ji artêşa Tirk re çêdikin çalakî kirin.

Yekîneyan bi daxuyaniyeke nivîskî der barê mijarê de agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê: Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed, di 11’ê Çileyê de li navçeya Başakşehîr a Stenbolê li sîteya pîşesaziyê ya PÎK Dokumculerê, li fabrîqeyeke ku ji artêşa Tirk a dagirker re kincên leşkerî didirût çalakiyek kirin. Di encama vê çalakiyê de 8 mînîbusên vê fabrîkeya tekstîlê şewitîn.

Xwediyê fabrîkê hat kuştin

Wekî din yekîneyê di heman demê de li sîteya pîşesaziyê li febrîkeyeke din a ku ji artêşa Tirk a dagirker re malzemeyên wesayitên leşkerî çêdikir çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de kargeh bi temamî îmha bû û gelek wesayitên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin. Di çalakiyê de xwediyê fabrîkeyê hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Çapemeniya Tirk derewan dike

Li dijî van fabrîqeyên ku ji bo şerê li Kurdistanê malzemeyên leşkerî û alavên leşkerî amade dikirin, yekîneyan bi taybetî û serketî çalakî kirin Qeymeqamtiya Başakşehîrê û medya derewîn a dewleta Tirk nekarîn şewata li febrîkeya tekstîlê rave bikin û ji bo çalakiya li fabrîkeya pîşesaziyê ya malzemeyên leşkerî jî nûçeyên derewîn weşandin û gotin, ji ber teqîna li daîreya qazanê rû daye û bi vî rengî hewl dan rastiyê veşêrin.

Hedef qirker û dagirker in

Di daxuyaniyê de bi taybetî hat destnîşankirin ku ew ê febrîqeyên piştgiriyê didin şerê li dijî gelê Kurdistanê û malzemeyên leşkerî hildiberînin, çavkaniyên aborî, xwediyên fabrîke û rantê wê bikin hedef û wê şerê qirêj ê dewleta Tirk a qirker û dagirker, derewên medya wan a derewîn bi çalakiyên xwe parçe parçe bikin.

 

ANF/STENBOL