20 ciwanên ji gundê Meydan Ikbis ê ser bi navçeya Raco ya Efrînê, tevlî foca leşkerî bûn da ku cihê xwe di xebatên parastina herêmê de bigirin.
Dema ku Herêma Efrîn û Şehbayê rastî tehlûkeyan tên, tevgera welatiyan a ji bo parastina herêmê, zêde dibe. Di vê çarçoveyê de 20 ciwanên ji gundê Meydan Ikbis a navçeya Raco ya Efrînê tevlî focên eskerî bûn û cihê xwe di xebatên parastina kantonê de girtin.
Ciwanên ku tevlî focan bûne, bi beşdarbûna malbatên şehîdan, encamên Melcîsa Leşkerî ya YPG´ê li meydana gund kom bûn û tevlî şahiya ji bo tevlîbûna ciwanan bûn.
Di şahiyê de hemû ciwanên tevlî foca bûyî li ber gel rawestiyan û bang li her kesî kirin ku tevlî xebatên parastina herêmê bibin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê beriya niha bang li welatiyên Efrînê kiribû ku tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigirin û li dijî êrîşan amadekariyan bikin. Şêniyên Efrînê jî bi çalakiyên cûrbicûr diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşan bisekinin û parastina herêmê misoger bikin.
EFRÎN