Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê di van demên dawiyê de kampanyayên li dijî çetevanî, fihûş û madeyên hişber kampanyaya bi navê “Em rê nadin çetevanî û Fihûşê”. Di vê çarçoveyê de li bajarê Dortmundê bi beşdariya nêzî 300 ciwanan meşek hate lidarxistin û di meşê de bi sedan belavokên têkildarê kampanyayê hatin belavkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin, di daxuyaniyê de hat gotin: “Ciwanên Azad wê li dijî hemû hewldanên ku ciwanan ji nasnameyên wan dûr dixin têkoşin.”


‘Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin’

Li Banliyoyeya Villier le Bel a paytexta Franse Parîsê bi pêşengiya Ciwanên Azad a Parîsê, bi dirûşima, “Kapîtalîzmê nejî û nede jiyandin” meşek hat lidarxistin. Meşê saet 18.00’an destpê kir. Ciwanên tevlî meşê bûn, dirûşimên, “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bimire DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ya pêşengiyê jê re dike” gotin.

Di axaftinan de hat gotin ku Ciwanên Azad a Parîsê wê li hember pergala kapîtalîst a ciwanan ji nasnameya wan dûr dixe û çeteyan têkoşe. 


 DORTMUND/PARÎS