Bi pêşketina Şoreşa Rojava re di her warê hemû beşêçn civakê de pêngaveke mezin a ji bo xwebirêvebirina civakê pêş ket. Yek ji beşên civakê ya ku saziyên wekî SZK, Yekitiya Mamosteyan û Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) di warê perwerdeyê de di nav koordînasyoneke de xebatan dimeşînin. Saziyên navborî piştî pêşketina şoreşê bi xebatên xwe ve di warm pêşxistin û parastina ziman de gelek xebatên qedirbilind pêk anîn û van xebatên dimomînin.
Xebatên li Hesekê
Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) ku li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin kiriye bi xebatên xwe balê dikişîne. KXKW li Hesekê xebatên alîkarî û xizmeta xwendekaran didomîne. KXKW`ê ji bo xwendekaran dewreyên perwerdeyê li dar dixe, alav û semînaran peyda dike. KXKW`ê bi vê armancê xebatên alîkarî û xizmeta xwendekaran dewam dike. KXKW’ê li bajarê Hesekê jî dewreya perwerdeya tenduristiyê û dermankirina lezgîn ku demeke beriya niha dabû destpêkirin, bi dawî kir û bawername li şagirtan belav kirin.
Pêşengeha li Efrînê
Xebatên KXKW’ê tenê bi perwerdekirina ciwanan jî bi sînordar namîne her wiha di aliyê hunera destan de jî xebatên cihereng tên lidarxistin. Di sala 2013’an de li bajarê Efrînê bi pêşengiya KXKW’ê pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Rojên Baharê’ hatibû vekirin. Di pêşangeha bi navê ‘Rojên Baharê’ ya li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê hatibû vekirin de nêzî 500 wêneyên ku xwendekaran çêkiribûn hatibû pêşandan. Her wiha dîsa di heman salê de pêşangeha pirtûkan jî ji aliyê KXKW’ê li Hesekê hatibû vekirin û rastî eleqeyeke zêde ya welatiyên herêmê hatibû. Di pêşangeha pirtûkan a ku wê demê 2 rojan dewam kir, bi zimanên Kurdî, erebî û suryanî nêzî 4 hezar pirtûkên tore, zanist, felsefe, ol û pirtûkên zarokan hatibû pêşandan. Her wiha di pêşangehê de parêzname û lêkolînên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî di pêşangehê de hatibû pêşandan û bala beşdaran kişandibû.
ANHA/QAMIŞLO
Rola xwendekaran a di şoreşê de
Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) ji bo xwendekarên endezyariya çandiniyê yên bajarê Hesekê semînerek lidar xist. Bi armanca nirxandina rola xwendekaran di şoreşa rojavayê Kurdistanê de, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) ji bo xwendekarên endezyariya çandiniyê yên bajarê Hesekê semînerek lidar xist. Beriya ku semîner dest pê bike ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê endamê Koordînasiyona KXKW’ê Şahîn Cûdî der barê girîngiya rola xwendekaran di nava xebatên şoreşa Rojava de axivî û ji hemû xwendekaran xwest ku bi awayeke çalak tevli sazî û xebatên civakî bibin. Cûdî destnîşan kir ku xwendekar pêwîste bibin hêza çalak a şoreşê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste xwendekaran saziyên xwe yên rêveberiyê di zanîngehê de ava bikin û rêxistina xwe pêş bixin.” Semîner bi nirxandin, pirs û bersivdayînê bi dawî bû.
HESEKÊ