Xidir Xelef Xidir ji gundê Kolka yê Şengalê ye. Xidir Xelef ji ber ku ji milê xwe yê çepê ve felçe, 14 sale jiyana xwe li ser sedirê derbas dike. Li gel 8 zarokên xwe ji Şengalê derneketiye û bi hêviya rizgarkirina Şengalê dijî. Bi rondikên xwe hestên xwe tenê bi gotinekî îfade dike: “Bila yan ez bimirima yan jî ciwan bama.”

Xidir gava çav li şervanên YPJ Şengalê dikeve, rondik ji çavê wî dibare û wan himbêz dike. Xidir ji bo xwe parastina Êzîdiyan û PKKê de wiha hestên xwe tîne ser ziman “Ger berê bihata gotin ku wê artêşek ji Êzîdiyan ava bibe, min ti caran bawer nedikir. Yan jî ger bihata gotin ku jinên Êzîdî çek rakin, şer bikin û axa xwe biparêzin, me yê bigota pê re mijûl nebin, nabe. Lê PKK tiştekê ku em dibêjin nabe, dike. Em ji wan fêrî hêviyê bûn. Ji bo wê jî yekane çavkaniya hêviya me PKK ye. Bi derengî jî be wê rojekî gelê Êzîdî vê felsefê fam bikin û yek bin.” 


AMARA ROJBÎN/ROJNEWS/ŞENGAL