Şervanên Xezeba Firatê, gundên Cabera Rojhilat û Rojava, 25-26’ê Kanûna 2016’an ji çeteyan paqij kiribûn. Wisa jî şêniyên gund vegeriyan gundên xwe, ciwanên gund jî cihê xwe di refên QSD’ê de digirin.

Ciwanê bi navê Ebdûllah, diyar kir ku ji ber zilma çeteyên DAÎŞ’ê tevlî refên QSD’ê bûye. Şervanê ciwan got, “Hedefa me, bi temamî paqijkirina xaka me ye.”

Ciwanê bi navê Ebdulhekîm Ebdullah jî bang li tevahî ciwanan kir ku tevlî refên QSD’ê bibin û got, “Ciwan berpirsiyar in ku xakên welatê xwe biparêzin.”

Heta niha ji gundên azadkirî yên Raqayê hezar û 500 ciwan tevlî refên QSD’ê bûne di Hemleya Xezeba Firatê de cihê xwe girtine.