Gundê Rizgarî girêdayî qezaya Daqûq a Kerkûkê gundekî Kurdên Kakayiyê. Piraniya ciwanên gund dibistanê dixwînin. Piştî dibistana navîn li gund diqedînin, li Daqûq û Kerkûkê dibistana amadeyî û zanîngehê dixwînin.

 

Daxwaza ciwanan pêk anî 

Elî Hisên Welî yek ji ciwanên gundê Rizgariye û dibistan qedandiye. Elî destnîşan kir ku wî li ser daxwaza ciwanên gund biryara vekirina pirtûkxaneyê daye. Elî di derbarê armanca vekirina pirtûkxaneyê de got: “Armanca min a sereke ew e ku bala ciwanan bikişînim ser xwendina pirtûkan. Ji bo ciwan ji cîhana înternet û Facebookê dûr bikevin. Ji ber îro fikir, hest û cîhana ciwanan tenê bi înternetê ve girêdayiye. Ev jî dibe sedem ku ciwan ji dîrok û civaka xwe dûr bikevin.”

 Elî bal kişan ser ne xwedî derketina pirtûka û wiha dewam kir: “Pirtûkên tên çap kirin, îro ti kes giringiyê nade wan. Di çapxaneyan de di bin tozê de dimînin, lê ez dixwazim wan pirtûkan û xwendina Kurdî zindî bikim.”

 Herwiha Elî Hisên da zanîn ku gelek cûreyen pirtûkan di pirtûkxaneye de bi cih kiriye û wiha dewam kir: “Pirtûkên siyasî, olî, felsefî û çîrok hene. Pirtûk bi giraniya xwe bi zimanê Kurdî (Soranî-Kurmancî) û Erebîne. Dîsa pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li pirtûkxaneyê hene.”


‘Jinên ciwan  pir dixwînin’

Rizgarî Elî Hisên anî ziman ku bi vekirina pirtûkxaneyê re eleqeya ciwanan ji bo pirtûkan zede bûyê û gotinên xwe wiha domand: “Bi taybet herî zêde jinên ciwan pirtûkan dibin. Ev jî dide diyar kirin ku keçên Kurd ji bo xwendinê hîn bi baldar bin û ev cihê keyfxweşiyê ye. Ez hêvî dikim ku ev baldariya ciwanan a xwendina pirtûkan zêde bibe û ciwanên Kurd li her derê çanda xwendinê pêş bixin.”


 ŞARİSTAN NURHAK/ROJNEWS/KERKÛK