
Ciwanên Kantona Efrînê komeke muzîkê ji bo merasîmên leşkerî, ava kirin.
Komek ciwan ku ji 20 kesan pêk dihat, piştî xebata 5 mehan bi piştgiriya Desteya Parastinê komeke muzîkê ava kir. Kom wê beşdarî mîhrîcanan, merasîmên leşkerî bibin.
Berpirsê komê Mihemed Hebeş, endamên komê li ser alavên muzîkê yên wekî tenbûr, trombêrt, barton, tînor, senbal û hwd. li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê, perwerde dike. Hebeş got ku wan di peydakirina alavan de gelek zehmetî kişandine û TEV-ÇAND bi wan re bû alîkar.
Tê payîn ku dê koma muzîkê sibê di şahiya pîrozbahiya 3′yemîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser de, hunerên xwe pêşkêş bike.
ARIF SILÊMAN / ANHA / EFRÎN