Ciwanên Elman ên bi navê Yakob Weîdder û Arne Buttner ên xwendekarên sînemayê ne, ji bo teza zanîngehê amade bikin hatin navçeya Datça ya Muglayê û piştî berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê di çapemeniya navneteweyî de cih girtin dest ji karên xwe berdan û hatin sînor. Ciwanên bi koordînasyona li navçeyê hate avakirin ketin têkliyê û hatin gundê Miseynter û Heheserê û tiştên li wir pêk tên ji bo vegêrînin projeyek dîbarî her tîştî qeyd dikin. Ciwanên di demek kin de bi welatiyên li sînor nobetê digirin têkiliyên gerim danîn û di vê pêvajoyê de navên xwe guherîn.
Ciwanên Elman Yakob Weîdder navê xwe kir Sîpan, Arne Buttner jî navê xwe kir Xelat Şervan. Ciwanên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin sînor ji ber pevçûn dijwar bûn sînor derbas nekirin lê tevlî berxwedana sînor bûn. Ciwanên Elman bi welatiyan li sînor nobeta berxwedanê digirin û tiştên li wir pêk tên hemûyan qeyd dikin û bi roportajan armanca berxwedanê û nêrînên welatiyan li hev tînin.  Butter (Xelat Şerwan) jî diyar kir ku berxwedana li Kobanê berxwedana bêhempan ya di cîhanê de ye. Ciwanan diyar kir ku ji ber ji qada nobetê vediqetin gelek xemgîn in.


 DIHA/RIHA