Piştî serkeftinên mezin ên şervanên YPG’ê û YPJ’ê li Kantona Kobanê, ciwanên Ereb ên herêmê cihê xwe di nava refên YPG’ê de digirin û parastina xaka xwe dikin.
Bi hemleyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG’ê û YPJ’ê beşekî sereke ji wê ne, gundewarên Hesekê û Kobanê de hatin rizgarkirin. Di van herdu hemleyan de bi sedan gund ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di encama van serkeftinan de hêviyên pêkhateyên herêmê di têkbirina çeteyan de mezintir bûn û bi sedan ciwan û jinên ciwan ên Ereb berê xwe dan YPG’ê û YPJ’ê û cihê xwe di nava refên wan de girtin.
Di van demên dawî de hejmara ciwanên Ereb di nava refên YPG’ê de her diçe zêdetir dibe. Di van mehên dawî de li Kantona Kobanê 221 ciwanên Ereb beşdarî nava refên YPG’ê bûn. Hemû ciwanên beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûne, ji bo bi awayekî pispor parastina axa xwe bikin di akademiyên YPG’ê de tên perwerdekirin.
Di van akademiyan de ciwan gelek waneyên derbarê bikaranîna çekan û hunera şer de dibînin. Her wiha yekemîn perwerde ku 45 rojan dom dike gelek waneyên birdozî jî distînin.
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku di hersê mehên dawî de hejmara ciwanên Ereb ên tevlî refên leşkerî bûne zêde bûye. Îsmet bang li ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên parastinê bibin û bi berpirsyariya parastina welatiyan û axa xwe bicih bînin.
KOBANÊ