
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Ciwanên Ereb ên li herêma Girkê Legê, Tirbespiyê, Rimêlan, Til-Koçer, Çilaxa û Rimêlanê meşiyan û tecrîdkirina Ocalan rûreş kir.
Ciwanên Demokratîk soz da ku ew ê tecrîdkirina “Rêberê APO” bi dawî bikin û wî azad bikin û got, “Na ji bêdengiya Ewrûpa li hemberî terora Tirkiyê”.
Şêniyan ji bo meşê dikanên xwe venekirin û meşê li gel deriyê rojavayê bajêr dest pê kir.
Ciwan li nîvê bajar sekinîn û li ser navê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk Rênas Ezdşîr axivî. Ezdşîr got, dewleta Tirk dagirkirina xwe ya xaka Sûriyeyê ji bajarê Cerablusê dest pê kir. Bi vê dagirkeriyê re dixwaze tolê ji pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hilîne û hêzên demokratîk tine bike.
Her wiha Ezdşîr di dawiya gotinên xwe de ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê kir.
Rêveberiya Tevgera Jina Ereb a Ciwan a herêma Girke Legê Coze El-Dehdî ji bo pêşxistina têkoşîna ciwanan balkişand ser rola jinê û tecrîdkirina Ocalan rûreş kir. Ciwanên beşdarî meşê bûyî, di dawiya meşê de bi gotina dirûşmeyan, dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir.
GIRKÊ LEGÊ