Doh di merasîma bi dawîbûna dewreya Şehîd Erdal a Akademiya Derwêşê Evdî û dewreya Şehîd Gulçîn a Akademiya Şehîd Xanê ji fermandarên YBŞ’ê Çiya Şengal, Şengal Şengalî û ji fermandarên YJŞ’ê Axîn Zagros beşdar bûn.

Fermandar Axîn Zagros di merasîmê de axivî û got: “Tevlîbûna nav refên YBŞ û YJŞ’ê tolhildana ji hêzên dagirker e, zindîkirina civaka xwe, ziman û dîroka xwe ye.”

Zagros got, 47 şervan pêşî li Akademiya Derwêşê Evdî û Akademiya Şehîd Xanê li ser mijarên dîrokî, îdeolojîk û jiyanî perwerde bûn, û paşê tevlî nava refên  YBŞ/YJŞ’ê bûn. 


‘Parastina xaka xwe û dîroka xwe dike’

Zagros di dewamê de got, şervanekî di nava Têkoşîna Azadiyê de cihê xwe bigire, barê wî giran e û weha pêde çû; “Her hevalekî ku tevlî nav refên YBŞ û YJŞ’ê dibe, parastina xaka xwe û ya herî giring jî parastina dîroka xwe dike.” 

Merasîma mezûniyetê heya şevê dewam kir û pîrozbahî bi lîstina şano, sikêç û gerandina govendê bi dawî bû.



SARA XWÎNDA/NUJIYAN XELÎL/ROJNEWS/ŞENGAL