165 şervanên din jî Reqqayê piştî perwerdeya leşkerî û birdozî bi dawîkirin, tevlî Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê bûn.
Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya li Kantona Kobanê dewreya pêncemîn a Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi tevlîbûna 165 şervanên ji Reqqayê bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir. Dewre di bin sponseriya Koalîsyona Navneteweyî hatibû organîzekirin. Dewreya ku bi navê Şehîd Mihemed El-Belas hatibû vekirin, mehekê dewam kir. Şervanan waneyên birdozî û leşkerî dîtin. Di merasîmê de, ji Fermandarên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Rojda Filat, ji Fermandarên QSD`ê Kanî Kobanê, ji Fermandarên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdo El-Reqawî û rûsipiyên êla El-Fedan a Reqqayê amade bûn. Qada akademiyê bi ala QSD û wêneyên Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla hatibû xemlandin. Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin.
Paşê Ebdo El-Reqawî axivî û bi dawîkirina perwerdê li ciwanên Reqqayê pîroz kir û tekez kir ku şervanên QSD`ê serkeftinên mezin bi dest xistin ku cîhan tevahî şahîdiya wê dike. Di dawî de şervanan sonda leşkerî xwarin û tevlî hêzên QSD`ê bûn. Paşê şervanan yekser berê xwe dan bereyên şer ên Hemleya Xezeba Firatê.
KOBANÊ