YCR’ê ajanseke taybet ji bo nûçeyên ciwanan a bi navê Ajansa Ciwanan a Rojava (ACR) vekir. Li Rojava ev ajansa yekemîne ku wê girîngiyê bide xebatên ciwanan û xebatên wan bişopînin. Ajans wê li ser van kategoriyan “Nûçe, Ciwan, Jina Ciwan, Gotar, Cangoriyên Ciwanan, Xwendevan û Çand” bi dirûşmeya “Me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan biser bikevin” weşana xwe bike.
Di navenda Ajansa Ciwanan a Rojava de wê pênc endam bixebitin û her wiha wê 10 nûçegihan hemû xebatên ciwanan ên Rojava bişopînin.
Yek ji rêveberên ajansê Serbest Efrîn diyar kir ku armanca wan ji avakirina ACR’ê ewe ku xebatên ciwanan bi raya giştî re parve bikin û her wiha van xebatan bi belge bikin. Nûçegîhanê Ajansa Ciwanên Rojava Rêdûr Îsa jî got ku ajansa wan beriya niha di pêvajoya testê de bû, lê niha fermî dest bi weşana xwe kiriye û wê xebatên ciwanan bişopîne.
Nûçegîhana Ajansê Meha Seydo jî wiha axivî: “Ji bo em rastiya ciwanên Rojava bigihînin hemû cîhanê ez tevli ajansê bûme.” Xwendevan dikarin Ajansa Ciwanan a Rojava li ser vê lînkê bişopînin:
http://ciwanenrojava.net/ku/
ALAN DAWÛD / ANHA/QAMIŞLO