Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi meşekê 22. Salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meşê li ber avahiya YCÊ destpê kir û heta cihê dewreya perwerdeyê ya Mam Zekî Şengalî dewam kir. Gelek ciwan û welatiyên Şengalê beşdarî meşê bûn. Di meşê de, dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berz kirin. Her wiha di meşê de alên YCÊ û wêneyên Ocalan hatin hildan.

Piştî meş gihişt dewreya perwerdeyê ya Mam Zekî li ser navê YCÊ û YJCÊ daxuyeanî hat xwendin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em wek ciwanên Êzidî dibêjin; dewleta zilmkar û dagîrker, heya ciwanên Apocî hebin wê negihêje armanca xwe. Em bang li tevahî cîhanê dikin ku em Êzidî komployê naxwazin. Heya rêbertî azad bibe wê têkoşîna me dewam bike.”

 

ROJNEWS/ŞENGAL