Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronakê, li Stenbolê şair, nivîskar, lêkolîner Çiya Mazî dike mevanê xwe.

Çiya Mazî wê li ser berhemên xwe û edebiyata Kurdî biaxive. Her wiha Çiya Mazî wê çîrok û helbestên xwe jî ji bo wêjehezan bixwîne. Piştî xwendinê, nivîskar wê pirtûkên xwe jî ji bo xwendevanên xwe îmze bike. Bername wê roja şemiyê saet di 17.00’an de li Şa Performansê pêk bê.

Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronak, ji aliyê komek xwendekar û mamosteyên Kurd ve li ser xebatên wêjeya Kurdî dixebitin, li Stenbolê hat avakirin. Însiyatîf li ser edebiyat û zanistiya Kurdî mijûl dibe û li ser wan çalakiyan li dar dixe. Beriya çendekê jî “Pêşbirka Xwendinê” dabûn destpêkirin. Pêşbirkê di 20’ê Kanûnê de dest pê kir û heta 10’ê sibata 2019’an wê dewam dike.

 

STENBOL