
Navenda Çepemeniya YPG’ê diyar kir ku Çiyayê Kezwanan bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin û got di şer û pevçûnên li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeyan dane, 42 çete hatin e kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê berxwedana li herêmên Cizîrê û Kobaanê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya navenda Çapemeniya YPG’ê wihaye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 14’an de bi serkeftî berdewam dike.
Hêzên me yên ku li qadên cûda derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin, şevê din li hember Çiyayê Evdilazîzê operasyonek lidarxistin. Du navbera hêzên me yên ku bi du baskan ve ji bakurê çiyayê Evdilezîzê (Kezwan) pêşveçûn û komên çeteyan de pevçunên dijwar hatiye jiyankirin.”
‘Serkeftineke dîrokî ye’
Di daxuyaniya Navenda Çapameniya HPG’ê de detayê operasyonê hatin dayin û bidestxistina kontrola tevahiya Çiyayê Evdilezîz mîna serkeftineke dîrokî hate binav kirin. Daxuyanî wiha berdewam dike: “Şevê din hêzên me gundê Xerra ya li qundarê çiyaye Evdilezîzê ji çeteyan paqijkirin û ber bi lûtkeyê çiya pêşveçûn. Hêzên me piştî pevçunên dijwar girên stratejîk a Izea û Radar ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçunan de nehatiye zelal kirin. Hêzên me li vir 6 termê çeteyan bi dest xistin. Baska duyemîn a êrîşê ku ber bi çiyayê Evdilezîzê pêşvediçû jî gundên Tal’a, Meraqib û Medîne ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vir jî nehatiye zelalkirin. Di pevçunên gundhe Meraqib de hêzên me 5 termên çeteyan bi dest xistin.
Hêzên me di 20’ê Gulanê de (doh) di seatên nîvro de çiyaye Evdilezîzê bi temamî ji çeteyan paqijkirin û bi vê awayî serketinek din a dîrokî bi dest xistin. Di pevçûnên rizgarkirinê de 2 rêhevalên me yên ku operasyona rizgarkirina çiyayê Evdilezîzê de bi werekî û bîryardariyekî mezin tedikoşiyan bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.”
Êrîşa çeteyan hat şikandin
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser xeta sînorê Serêkaniyê çeteyên DAIŞ’ê êrîşek pêk anîne lê belê di encama berxwedanê de ev êrîş hatiye şikandin. Têkildarî vê mijarê de jî ev agahî hatin dayin: “Komên çete ku li hember hêzên me derbên giran xwarin şevê din bi êrîşên xwe ya li ser xeta sînor a Serêkaniyê ve encamek bigrin. Hêzên me ev êrîşê ku li qada Til Xenzir, Til Bîlal û Til Boxa ya li ser xeta sînor hat lidarxistin de jî derbên giran li çeteyan xistin. Li qadê pevçunên dijwar hat jiyankirin û panzerek û 4 maşîneya leşkerî ya çeteyan hatin ruxandin. Qasî hat zelal kirin, li vê qadê 20 endame çeteyan hatin kuştin.”
247. roja berxwedana Kobanê
YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên li Kantona Kobanê pêk tên de jî agahî dan: “ Berxwedana bi armanca derxistina rêxistin terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî tên meşandin û di roja xwe ya 247’an de de berdewam dike. Hêzên me şeva 19’ê Gulanê li rojhilatê Kobanê operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyone de gundê Mencûkê ji çeteyan hat paqijkirin. Pevçunên li vê qadê, qasî hat zelalkirin 11 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me tevî 2 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 roketavêja B7 û 6 gulleyên vî, 400 fîşeka BKC, 3 dûrbîna termal, 1 maşîneya teqemenî barkirî û maşînekî leşkerî ya çeteyan. Komên çeteyan derdor doh saet 03:00 ê sibehê de li başûrê Kobanê êrîşêk lidarxistin. Pevçunên ku piştî van êrîşên li hember gundê Qilhaydê, Nûrelî, Zerik û derdora van gundan destpêkir, bi dijwarî berdewam dike.ˮ
QAMIŞLO/KOBANÊ
Girîngiya Çiyayê Evdilezîz
Herêma Çiyayê Kezwanan (Çiyayê Evdilezîz) 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê û başûrê Til Temir’ê. Dirêjahiya wê 85 km e û bilindbûna wê di navbera 290 û 350 metreyan de bilind e. Di derdorê çiyê, dehan gundên Erebên ji êla Begarat El-Cibel û Kurdan hene. Di herêma de cihekî dîrokî bi navê Keleha Sukera jî heye. Tê gotin ku ew keleh bi destê Kurdan hatiye avakirin. Di serdema Selaheddîn El-Eyûbî de bi armanca parastina herêmê, wekî navendeke stratejîk a herêmê hatiye çêkirin. Ji wê demê ve wekî xeta parastina herêma Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê dihate bikaranîn. Herî zêde jî herêma Çiyayê Kezwanan, di dema Osmaniyan de jî wekî sînorê bejahiya Mêrdînê, dihate nasîn. Bejahiya ji Çiya û heta Til Temir, Hesekê û Serêkaniyê deşteke fireh û dirêj e. Di wê deştê de bi sedan gund hene.
Pêkhateyên cîhêreng li vir dijî
Piraniya şêniyên herêmê ji pêkhateyên Ereb ên êla Begarat El-Cibel in, Kurd û Asûrî di herêmê de dijîn. Çiya ji milê bakur ve bilind e, lê ji aliyê başûr ve bilindbûna wê wekî destpêka çiyê û di dirêja 15 kîlometran hêdî hêdî dadikeve, heta dighêje nêzî herêma Ebyed, ji wî milî ve jî ji ber ku erda wê beyar e û ji çandiniyê re nabe hejmara gundan jî kêm e. Gundê herî mezin û pir li bakurê herêma çiyayê Kezwanan e.
Herêma berfireh ku dikeve navbera Til Temir û Çiyayê Kezwanan herêmeke deşt û fireh e. Di wê herêmê de genim, ceh têne çandin, piraniya şêniyên wê herêmê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dikin. Di wê xetê de û bi taybet ji başûrê Til Temir ji Tewîla Wegai dest pê dike û heta dighêje gundê Til Hirmiz li ser dirêjahiya çemê Xabûr herêmeke ku bi qasî 25 km dirêj e gundên Asûriyan hene. Gundê herî mezin ê asûriyan di herêmê de gundê Til Hirmiz e. Bi aliyê başûr ji xeta xabûr gundên Kurdan û Ereban dest pê dikin.
Çeteyan ji vir erîşî tevahiya heremê dikirin
Di destpêka sala 2013’an de komên çekdar ên girêdayî Cebehet El-Nusra êrîşî herêmê kirin û bargehên xwe di herêmê de çêkirin. Çekdarên El-Nusra ji wir xwestin herêma Til Temir û Serêkaniyê bixin bin kontrola xwe. Piştî ku hêzên YPG’ê bajarê Serêkaniyê rizgar kir. El-Nusra herêma Çiyayê Kezwanan radestî çeteyên DAIŞ’ê kir. Çeteyan, qereqolên hêzên rêjîmê ên di gundên Xera û Mexlûca de ku wekî mezintrîn gundên li ber pala Çiyayê Kizwanan de, xistin bin kontrola xwe. Çeteyan ji vê herêmê û bê navber êrîşên xwe yên bi ser bajarê Til Temir û Serêkaniyê didomand. Êrîşên çeteyan heta bajaroka Tiwêne yê 5 km rojavayê Hesekê ye dirêj kir. Çeteyan ji wan herêman êrîşî tevahiya herêmê dikirin. Herêma Çiyayê Kezwanan riya çeteyan a di navbera Til Hemîs, Mûsil, Dêra Zor, Til Ebyed û Reqqayê bû. Ango herêma Çiyayê Kizwanan wekî navenda bargehên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê û Iraqê bûn. Girêdana wê bi herêmê û teqwiya wê bi Til Ebyedê û di navbera Serêkaniyê û Kobanê re û ji başûr rojhilat jî bi bajarokê Şedadê re bû.
DILYAR CEZÎRÊ