Çiyayê Kurdan dikeve bakur rojavayê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê bi herêma Iskenderon re ye. Di dema desthiladariya Serokkomarê Sûriyê yê berê Hafiz El-Esed ji bo Kurdên herêmê ji hev cuda bike dabeşî 3 parçeyan kir û ji aliyê rêveberiyên girêdayî bajarên Laziqiyê, Hema û Idlibê tê hîştin. Piraniya niştecihên herêmê Kurd in û hijamreke kêm ji pêkhateyên Ereb û Xiristyanan, bi gelemperî nêzî 150 hezar kes li vir jiyan dikin. Çiyayê Kurdan ji 70 gundî pêk tê û li ser ferehiyeke 2 hezar û 500 km2 belav dibin, ango ji sedî 12 ji giştî berfirehiya Parêzgeha Laziqiyê ye.
Hijmara niştecîhên Çiyayê Kurdan beriya pevçûnên di navbera Hêzên Rêcîmê û çekdarên opozîsyonê de û topbarana hêzên rêjîmê ji herêmê re dighîşte 150 hezar kesî lê piştî şer û pevçûnan welatiyên herêmê neçarî koçkirinê hîştin û hijmara welatiyan li vir gelekî kêm bû.
Piraniya welatiyên Kurd li vir di sedsala 12’an de li gel Artêşa Fermandarê Kurd Selahedîn El-Eyûbî hatine û bi cih bûne.
Kurdên vê herêmê ji êlên Şêxan, Kêtkan, Mûşan, Reşwan û Beraziya pêk tên û weke malbata Miho, Hemdo, Hiso, Cilalo, Xaldo, Amro, Mîro, Hemo, Endron, Zemo, Semo, Demo, Qasimo, Silo, Elo, Elyo, Cinawiro, Bazîdo, Derkilo, Emro û Xidûra têne nasîn.
Tevî ku Kurdên Çiyayê Kurdan nizanin bi Kurdî biaxivin lê hesta netewî li gel wan gelekî li pêş e. Li herêmên derdora vî çiyayî pevçûnên dijwar di navbera Hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de rû didin û bi taybet di van demên dawiyê de li herêma Keseb ya li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re, ji ber erdnîgariya herêmê ya çiyayî çekdarên opozîsyonê li hemberî hêzên rêjîmê pêşketinên ber biçav bi dest dixin.
Herêmên din yên derdora Çiyayê Kurdan di bin kontrola çekdarên girêdayî pêkhateyên Turkmen û girêdayî Cebhet El-Nusra ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin. Dewleta Tirk nahêle ji bilî van herdu girûpan ti kes dest bide ser herêmên sînor bi taybet deriyê sînor yê bajaroka Keseb ê.
Hêjayî gotinê ye tevî ku piraniya welatiyên Çiyayê Kurdan ji herêmê koçber bûne lê yên mayî heya dawiyê bi rengê xwe yê berxwedana netewî Kurdî ve girêdayî ne.
DILSOZ BEKIR/ANHA/EFRÎN