Cizîr û Sûr ji bo çi hatin wêrankirin? Ji bo çi ewqas Kurd hatin kuştin û şewitandin? Kurd gişt dikanin perspektîfa jiyana xwe ya rojane ji bersiva vê pirsê derêxin...

Dewleta Tirk ji ber ku hebûn û rastiya Kurdan nas nake, di polîtîkaya tunekirinê de xwe ase kiriye; ji her hêlan ve xitimî û bêçare ye. Di encamê de jî; komkujiyên li dijî Kurdan her dewam dikin û şûn û warên Kurdan tên hilweşandin û wêrankirin...

Helbet ev ne çarenûsek e û Kurd jî bi berxwedan û têkoşîna xwe radixin ber çavan, ku ew vê rewşê wek çarenûsekê qebûl nakin...

Eger ev rewş ne qederek e; wê çaxê gerek e ku mirov behsa kêmasiyekê an jî kêmasiyan bike.

Eger rewşa îro ji bo me Kurdan ne qederek be; wê çaxê jiyan û rewşeke çawa ji bo me qeder e, an jî em siberojeke çawa hêvî dikin?

Kêmasî di ku derê de ye?

Ruhekî neteweyî yê durist tenê bi şînê pêk nayê!..

Lê çare çi ye?

Çare helbet berxwedan, parastina hebûn û nirxên civakî û têkoşîna avakirina jiyaneke serbixwe û azad e...

Yanî têkoşîneke bi giştî; civakî, çandî, aborî, îdarî, perwerdeyî, siyasî û dîplomatîk û hwd.

Nexweşiyeke me Kurdan e; wekî ku îro jî li dar e; wexta beşeke têkoşînê xwe dide pêş, aliyên din li paş dimînin an jî tên jibîrkirin.

Kurd ji bo rizgarkirina hemû nirxên jiyanê ji feraseta dewletên dagirker, têdikoşin; ji ber vê yekê, gerek e ku li gorî vê yekê rahîjin  têkoşînê jî.

Helbet parastina cewherî berî her tiştî ye; lê yê neyê jîbîrkirin ew e ku parastin tenê bi berxwedana çekdarî pêk nayê!

Li hember tank, top û teyareyên dewleta Tirk berxwedana bi hemû amûran divê; lê li gel vê yekê, ji her hêlan ve avakirina jiyanê bi nirxên cewherî yên civakî jî beşeke parastina cewherî ye...

Parastina cewherî; avakirina jiyanê bi rengên xweser e.

Bipêşxistina wan nirxan e ku dewlet ev 93 sal in ku dixwaze wan tune bike. Yanî parastina cewherî; pêşxistina ziman, çand, jiyana civakî ya kurdewarî, xwedîderketina li xweza û li mîrateya welêt, pêkanîna wekheviya civakî, bipêşxistina ruh û motîvasyona piştgiriya civakî ye jî...

Yanî jiholêrakirina feraseta dewletê ya dijkurd û li şûna vê ferasetê xemilandina jiyanê bi nirx û rengîniya Kurdistanî, mirovî û demokratîk e.

Bi rêxistinîbûn û sazîbûnên xweser û rêsandina rêveberiyeke xweser e.

Yanî parastina xweser, karekî giştî ye û gerek e ku bi polîtîkayên pirrengî miroj rahêjiyê.

Kurdên li Bakur gereke qewmînên li Rojava ji xwe re wek mînak binirxînin; him berxwedana xweparastinê û him jî avakirina jiyana xweser bi rengîniya nirxên civakî...

Ji hêlekê ve hêzên çekdar qadê ji hêzên êrîşkar paqij dikin û xelkê ji êrîşên wan diparêzin, ji hêlekê ve jî jiyan bi giştî bi nirxên xweser tê birêxistinîkirin.

Civak bi giştî; siyasî, aborî, çandî û asayîşî tê birêxistinîkirin û perwerdekirin, dibistan têne vekirin...

Li hinda vê yekê ne tenê li Bakur; herwiha Kurdên li diyasporayê, bi taybetî jî yên li Ewropayê jî xwe li hember bûyer û qewmînên li welêt betal dihêlin. Berteknîşandan tenê di hinek çalakiyên navendî de tê xitimandin.  Rêxistinîkirina saziyên civakî, yên çand û ziman û yên dîplomatîk wekî ku karên siberojeke nediyar in, ne rojeva wan e.

Yanî dîmena giştî ya ku derdikeve pêş; li çend navçeyên welêt berxwedaneke dîrokî li dar e û Kurd gişt, li welat û li derveyî welat, li vê yekê temaşe dikin, betal in, karên xwe yên asayî jî pêk nayînin!..

Kurd li hember rojevên asayî û daîmî bêxem in, li hember rojevên germ jî xwe bêçare dihêlin. 

Divê Kurd tim vê pirsê li xwe bikin û li gorî bersiva vê yekê jiyana xwe ya rojane rast û dirûst bikin; Cizîr, Hezex û Sûr ji bo çi tên wêrankirin û bi sedan însanên me ji bo çi, ji bo kîjan armancê şehîd dikevin û ji hêla dijminên hov ve di jêrzemînan de têne şewitandin!?