Di xwepêşandana li Girkê Legê de welatiyên ji bajaroka Çil axa û gundên Aliyan girseyek gel beşdar bûn. Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Girkê Legê Dest pê kir û di nava kolanên bajêr re geriya. Xwepêşandêran di meşa xwe de durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gelê Kobanê û hêzên YPG’ê qîriyan û wêne, al, sembolên kurdî û pankartên bi nivîsên wekî “Kobanê ne bi tenê ye” hatin bilindkirin.Li navenda bazara bajêr, mîtîngek pêk hat û Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Akif Şêx Şerîf derbarê berxwedan herêma Kobanê de axivî û serkeftiyên gelê Kobanê li rex hêzên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê silav kirin.
Piştre Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen Koçer axivî û got ku hemû êrîşên hov ku hêzên tarî li dijî destkeftiyên gelê Rojava bi hemû şêwazên leşkerî û çapemenî didin meşandin, bi saya vîna gelê Kurd vala hatin derxistin. Her wiha Wezîrê Karên Hundir Kenaan Berekat jî ku beşdarî xwepêşandanê bû, axivî û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya berxwedana gelê Kobanê bikin.
Li bajarê Dêrikê jî bi heman armancê û bi înîsyatîfa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hezaran welatiyên bajêr û koçberên Şengalê di bin durişmeya “Parastina Kobanê, parastina rûmeta Kurdistanê ye” de xwepêşandanek hate li dar xistin. Xwepêşandana ku endamên hemû sazî û rêxistinên bajêr jî tevlê bûn, ji Meydana Azadiyê ya bajêr bi rê ket. Xwepêşandêr di nava kolanên bajêr re geriya û piştre jî berê xwe dane Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger. Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Masîro Qehreman, Endama Rêxistina Yekîtiya Star Wesfa Murad Musa, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yûsif Hecî û li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Êzdî Leyla Şerqî axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku ew ê heta dawî bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya Kobanê bikin û gelê herêmê bi tenê nahêlin.

 DÊRIK/GIRKÊ LEGÊ