Li Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin. Bahattîn Robar ku di nav xebatên komeleyê de cih digire, got, ji bo bipêşxistina Kurdî ew li benda piştgiriyê ne û dixwazin her kes tev li kursên wan bibe.
Komele hefteya bihurî li navçeya Şirnexê Cizîrê hatibû vekirin. Nivîskar Bahattîn Robar di nav xebatên komeleyê de cihê xwe digire. Robar bi bîr xist ku Cizîr di warê çand û zimanê Kurdî de navendeke sereke ye.
Robar, da zanîn ku li komeleyê ji xeynî perwerdehiya ji bo ziman wê di gelek waran de xebat bên kirin û got, „Kursên me ji sê astan pêk bên. Kursên me yên mamostiyê jî wê hebin. Niha qeydiyê dest pê kiriye. Kursên me 20 rojên din dest pê dikin. Hevalên me yên xwedîtecrûbe wê kursan bi rê ve bibin.”
Herî dawî Bahattin Robar anî ziman ku ew dixwazin bi navê Melayê Cizîrî pirtûkxaneyekê çêkin û ji bo vê bang li her kesî kir da ku alîkariya wan bikin.
GOKHAN ALTAY / MA / ŞIRNEX