
Gel dîwarê şermê hilweşand
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hezaran welatiyan dîwarê şermê hilweşand. Ji bo şermezarkirina dîwarê şermê doh li Nisêbînê meşeke protestoyî li dar ket. Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Tirk, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlementerê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, Serokên Şaredariyan, xebatkarên çandê yên li Qoser û Nisêbînê beşdarî meşê bûn. Pankarta li ser “Em ê dîwarê şermê bi serê Komara Tirkiyeyê de birûxînin”, “Em ê tola Geverê hilînin” nivîsandî hat hilgirtin. Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK’ê û PKK’ê jî hatin hilgirtin û slogan hatin qêrîn.. Her wiha di çalakiyê de şoreşa Rojava û berxwedana YPG’ê jî hat silavkirin. Dema ku Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata dest bi axaftinê kir, gel dest bi xirakirina dîwarê şermê kir. Xelkê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê jî alîkarî da xelkê Nisêbînê. Li ser vê yekê polêsên dewleta tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Di êrîşê de gelek welatî brîndar bûn. Piştî êrîşa polêsan xelkê navçeyê li gelek kolan û taxan li pêş polêsan bent danîn û dest bi şer kirin.
DÎHA/NISÊBÎN/ŞIRNEX