Tevgera Kurd jî, bi vî mijarê ve girêdayî hate nîqaşkirin. Sekna tevgerê, daxuyaniyên rêvebirên tevgerê, siyasetmedarên wê, wek civak, wek çalakvan û temamî beşdarvanên xwe ve tevger, di ber çavê dinyayê de azmûneke mezin dan. Di serî de tevahî rêberê vî tevgerê û vî civakê Ocalan, rêvebirên Qendîl, siyasetmedarên ku li Tirkiye yê siyaset dimeşînin, xort, jin, sazî û dezgeh, rojname û tevahî medya, rêxistinên sivîl û leşkerî, van hemûyan, tu car ji tiştekî nereviyan, xwe neveşartin, berevajkî bi çalakiya Gezi'yê ve ji nêz ve tekilî danîn û nêrîna xwe, şêwaza xwe aşkere kirin. Va eşkerebûn jî, ji nû ve anî rojevê ku, tevgera Kurd, ne ji bo berjewendiyên biçûk ve mijûl e, ne tenê tevgereke ernîgariyek û neteweyek e, ne tenê tevgereke siyasî ye, ne tenê ji bo gelek an jî ji bo siyaseteke teng têdikoşe, ji van hemûyan wêdetir, bi sekna xwe û bi şewaza xwe tevgerê Kurd, ji hemû dinyayê re îlan kir ku, ev tevger ji bo tevahî mirovahî, ne tenê mirovahî jî, di nava erdnîgariyê ya dinyayê de; bi ax, bi dar, bi giha, bi ajal û tevahî bi xwezayê ve, bi nirx û pîvanên wan ve ji bo parastina van hemûyan tevgerek e. Ev parastin jî, bi birdoziyeke xurt ve dimeşîne...
Dewsa vê yekê, gelo rêxistina desthilatdariya Tirk, ango hikumata Tirkiye yê bi vê mijarê ve girêdayî çi kir? Bi çi şewazê tevgeriya? Tirsa herî mezin ya hikumata Tirk, tevgera Kurd bû. Hikumat wer dihesiband ku, dê tevgera Kurd di nava qomployekî de be û ji bo hilweşîna hikumatê tevî neteweperestên Tirk lîstikekî bileyîze. Birastî jî, ev nêrîn, nêrîneke gelek teng û bi çavekî kor ve mêzekirin bû û çavkaniya xwe jî ji nasnekirina tevgera Kurd digirt.
Bê guman tevgera Kurd li Kurdistan û li Tirkiye yê muxalefetê herî mezin e. Hêza xwe bide kîjan çalakiyê, ew çalakî dê serbikeve. Lê, tevgera Kurd, wek tevgereke azadiyê ya bi salan, bi dehan salan êş kişandiye û bi van êşan siyaseta gerdûnî ceribandiye, tekoşîna hemû mirovahiyê li ser milê xwe bar girtiye, ji her tiştî zêde jî, bi van xebatan, riya serkeftinê baş fêr bûye. Tu carî di nava hêsabên teng û sivik de tevnagere. Lê ev ceribandin û daneheviya Tevgerê, nayê wê wateyê ku tevgerên pêşverû û pergalên kewneparêz ji hev neqetîne. Em bi dilrehetî dikarin bêjin fêrbûna tevgera Kurd herî baş di vê beşê de çêbune. Tevgera Kurd şoreşger e, pêşverû ye, ji her tiştî wêdetir bi hêzên şoreşvanî û bi hêzên civakî ya ku hêza xwe bidin li ser nirxên mirovahî û xwezayî bilindbûnê, piştevanî dide wan.
Tevgerê Kurd, ji bo pêvajoya çareserî ya demokratîk her hêzên xwe dişuxulîne, lê, ji bo ku ev pêvajo neyên qutbûn jî, tu pîvan û nirxên xwe danatîne, ranaxe erdê. Her ku pêvajo bidome, teqez hewceye ku bi nirxên dehan sal ku bi xwîna şêhîdan hatiye vê astê û danehev bûne, bi van nirxan bidome. Ji ber ku tevgera Kurd zane, tenê carek be jî, ji bo tendurustiya pêvajoyê dev ji nirx û pîvanê xwe berdan, têkçûn û mirin bi xwe ye...
Pergala desthilatdariya Tirkiye yê, ji destpêkê çalakiya Gezî virve, ji bo ku tevgerê Kurd nêzî van çalakvanan nebe, di destekî xwe de gizêrek, di destekî xwe de jî çoyek timî ba dike û dihejîne. Lê bi vê şêwazê ve, tenê li himberê tevgerê dikeve rewşeke kenokî, ewqas...
Ço û gizêr
Kesayetiya tevgerekî, herî zelal, di demên zor û zehmetiyê de tê xuyîn. Çalakiya Gezî Parkî jî, ji bo zelalbûna tevger, însan û civakan, wek mêzînek bû. Di vî mêzînê de hin tevger û hin beşa civakan giraniya xwe diyar kirin. Birastî jî çalakiya Gezî, wek siyaseteke xwedî kesayetî çiye çi nîn e, derxist holê û nîşana hemû dinyayê da.