Belgefilma derhênera jin a Spanî Alba Sotorra, a bi navê Comandante Arian (Fermandar Aryan) piştî ku li festîvalan hat nîşandan, wê vê mehê promiyera xwe li Katalanyayê bike û paşê jî di sînemayên Spanyayê bê nîşandan.

Belgefilm behsa fermandara YPJ´ê Aryan dike û pê re jî şoreşa jinê ya li Rojava û Berxwedana Kobanê dide nasîn û heta şahidiyê li wan dike. Dema ku Alba Sotorra Fermandar Aryan dişopîne, ew di rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ´ê de fermandariya tabureke YPJ´ê dike.

Belgefilm piştî ku di festîvalên filman ên navneteweyî yên mîna HotDocsCinema ya li Toronto û Screening  Alternativa, wê 26´ê Cotmehê bikeve vîzyonê. Bberiya wê jî promiyera filmê wê 22´yê Cotmehê li bajarê Spanyayê Valladolidê di çarçoveya hefteya Navneteweyî ya Sînemayê de bê nîşandan.

 

MADRÎD