Li Elmanyayê koma Neonazî ya bi navê ‘Combat 18’ hate qedexekirin.
Li şeş eyaletên Elmanyayê polîsan li dijî koma Neonazî ya bi navê ‘Combat 18’ operasyon kirin.
Operasyon li eyaletên Rheînland-Pfalz, Thurîngen, Hessen, Brandenbûrg, Mecklenbûrg-Vorpommern û Nordrheîn Westfalenê pêk hatin.
Wezîrê Karê Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer ragihand ku koma bi navê ‘Combat 18’ li dijî qanûnan hatiye ragihandin.
Seehofer got, “Qedexeya îro peyamek e” û diyar kir, “Cihê tundrewan û antîsemîtîzmê di nava civaka me de nîne.”
ANF/BERLÎN