Li navçeya Silopiya Şirnexê, Erxeniya Amedê, navçeyên Nisêbîn û Dêrik, navçeya Hezoya Êlihê û Seyhana Edeneyê di şahî û çalakiyên hatin lidarixsitni de li dijî gotinên Serkwezîr Tayyîp Erdogan ên "kêr gîhişt hestî" nerazîbûn hate nîşandan.
Şirnex: Li taxa Başakê ya Silopiyê 15'ê Tebaxê bi şahiyê hate pîrozkirin. Serokê BDP'a Silopiyê bahattîn Alkiş, Şaredarê Silopiyê Emîn Togurlu, endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa giştî ya bajar, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de posterên Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û ciwanan fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan posterên Mahsum Korkmaz û alên Konfederalîzma Demokratîk jî rakirin. Serokê BDP'a Silopiyê Bahattîn Alkiş axaftinek kir û got uk guleyên yekem ên ku li Şemzînan û Dihê hatine teqandin bûye sedema jinûve vejîna gelê kurd û "15'ê Tebaxê bûye mîlada glê kurd." Alkiş bal kişand li ser gotinên Erdogan ên "kêr gîhîşt hestî" jî û wiha berdewam kir: "Bi salan e bi sedan siyasetmedarên kurd hatine girtin, gund hatine valakirin, bi sedan dayik hatine kuştin, bi sedan ciwan di bin panzeran de hatine hiştin. Ya esas ew e ku ji bo gelê kurd kêr gîhîştiye hestî. Gelê kurd ev 30 sal in xwedî li têkoşîna xwe derketiye. Dê îro şunde jî bi biryariyeke mezin dê xwedî derkeve."
Amed: Li navçeya Erxeniyê ya Amedê li Navenda Çand û Hunerê ya Hilarê şahî hate lidarxistin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erxeniyê Mehmet Yergîn, Şaredarê Erxeniyê Fesîh Yalçin û endamên KURDÎ-DER û MEYA-DER'ê û bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. Pankarta "15 Tebaxê roja vêjîna ji bo gelê kurd pîroz be" posterê Mahsum Korkmaz (Egît) û Hunermand Aram Tîgran hatin daliqandin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e gel li vir e" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê fîşekên hewayî hatin teqandin. Koma folklorê ya Navenda Çand û Hunerê ya Hilarê derket ser dikê û piştre jî sînevîzyona li ser dîroka PKK'ê hate nîşandan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erxeniyê Mehmet Yergîn axivî û bal kişand li ser girîngiya 15'ê Tebaxê ya ji bo kurdan. Yergîn li dijî gotinên Serokwezîr Erdogan jî nerazîbûn nîşan da û got ku ew van gotinan şermezar dikin. Piştre Koma Anka derket ser dike heta saetên dereng govend hate gerandin.
Mêrdîn: Li navçeyên Nisêbîn û Dêrikê jî bi munasebeta 15'ê Tebaxê şahî hate lidarixsitn. Li Nisêbînê li Parka Musa Anter şahî hate lidarixsitn. Bi sedan kes bi sedan kes beriya şahiyê meşiyan. Piştre fîşekên hewayî hatin teqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Nisebînê Alî Damar axivi û li hemberî operasyonên tên lidarixsitn nerazîbûn nîşan da.
Li navçeya Dêrikê jî bi hezaran kes kom bûn bi fîşekên hewajî 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Şahî li Qada Cevîzpinarê hate lidarxistin. Di şahiyê de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Edene: Li taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê bi sedan kes li cadeya Newrozê kom bûn û 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di şahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û di axaftinan de li ser girîngiya 15'ê Tebaxê hate rawestandin. Piştre Koma Hozan Mertal Rezan bi stranên xwe gel coşand.

Êlih: Li taxa Tepecîkê ya navçeya Hezo ya Êlihê jî bi munasebeta 15'ê Tebaxê şahiyek hate lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Hezoyê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî tevli şahiyê bûn. Şahî bi govendê bi dawî bû.

ŞIRNEX





Li Rojhilat jî hat pîrozkirin


Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya bi hezaran kesî 27’emîn salvegera 15’ê Tebaxê destêpêak tekoşîna çekdarî ya PKK’ê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li bajarên Urmiye, Salmas, Xoy, Zorava û Karariyad ên Rojhilatê Kurdistanê 27’emîn salvegera 15’ê Tebaxê ku ji aliyê Kurdan ve weke Cejna Vejînê tê zanîn, bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin.

Di meşên di 14 û 15'ê tebaxê de li van bajaran hatin lidarxistin de bi hezaran kes posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re gotin. Her wiha di çalakiyan de dirûşimên li dijî rejîma Îranê hatin gotin û êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

URMIYE/SALMAS