
Li Başûrê Kurdistanê, 32. salvgera pêngava 15’ê Tebaxê li Çiyayê Şengalê, li Silêmanî, Kerkûk, Kelar û Ranyayê bi çalakî, şahî û merasîmên eskerî hat pîrozkirin.
Bi wesîleya 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, gerîlayên HPG/YJA Starê û şervanên YBŞ/YJŞ’ê li Çiyayê Şengalê civiyan û pîrozbahiyek li dar xistin.
Gerîla û şervanan li ber stranên Koma Awazên Çiya 15’ê Tebaxê pîroz kir û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Fermandar Egîd”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
Bi jin û ciwanên li Kerkûkê 15’ê Tebaxê
Tevgera Ciwanên Azad bi heman rasthatinê li Kerkûkê pîrozbahiyek li dar xist. Pîrozbahî li parka Xeyyam pêk hat. Li ser navê Tevgera Ciwanan û REJAK’ê li vir peyam hatin xwendin, afirînerên Pêngava 15’ê Tebaxê hatin silavkirin û banga têkoşînê li Kurdan hemûyan hat kirin. Tevgera Ciwanan di daxuyaniya xwe de ev bang li ciwanan kir: “Em bang li hemû ciwanan dikin, ku bi ruhê fermandarê efsanewî yê 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) têbikoşin.”
REJAK’ê jî bang li jinên li Başûrê Kurdistanê kir, ku bi ruhê vejînê yê 15’ê Tebaxê li hemberî sîstema serdest têkoşîna xwe xurt bikin.
Li parka azadî helperka 15’ê Tebaxê
Li bajarê Silêmaniyê jî 32. Salvegera 15’ê Tebaxê bi beşdariya bi sedan kesî hat pîrozkirin. Pêr bi şev li parka Azadî ya Silêmaniyê Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Navenda Çand û Hunerê şahiyek organîze kir. Nûnerên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Rojava û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Koma mûzîkê ya Şehîd Solîn derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Hunermend Casimê Saz û Koma Şehîd Hozan Serhed bi stranên xwe reng dane şahiyê.
Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah di pîrozbahiyê de got, “Dibe ku hinek kes vê rastiyê nebînin. Ger têkoşîna li Bakûr û Tirkiyê nebûya, ne gengaz bû ku Herêma Kurdistanê bikariya di bin siya dagirkeran de li ser piyên xwe bisekiniya. Em têkoşîna vê herêmê kêm na nirxînin. Lê divê em û her kes vê rastiyê jî bizanin ku têkoşîna PKK’ê hêz û îrade da şoreşê. “
Li Ranya û Kelarê jî coşa Cejna Vejînê hebû
15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, li navçeya Silêmaniyê Ranyayê jî bi coş hate pîrozkirin.
Li Parka Derwaze pêr êvarê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê şahiyek li dar xist. Bi sedan kes di şahiyê de amade bûn. Hunermendên herêma Ranya jî berhemên xwe pêşkêş kirin û xelkê govend gerand.
Di şahiyê de li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Seîd Xalid peyam xwend û got, bi pêngava 15’ê Tebaxê re di dîrokê de kesayeta jina azad hate afirandin.
Di şahiyê de bi destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, rizgarkirina Minbicê ji çetayên DAIŞ‘ê jî hate pîrozkirin û hat gotin, serketina Minbicê yek ji berhemên pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an e.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Ciwanan bi semînerekê Cejna Vejînê pêşwazî kir
Li navçeya Kelar bi boneya 32. salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê semînerek li dar xist. Pêr bi şev li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de li ser wate û giringiya pêngava 15’ê Tebaxê ya destpêkirina şerê çekdarî yê PKK’ê û xebata çekdarî ya PKK’ê sînevîzyonek hat nîşandan.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê rêveberê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li herêma Kelarê, Hello Ehmed ku axivî, got; “Di 100 salên bihûrî de li herçar parçeyên Kurdistanê gelek tevgerên Kurd serî hildan. Belê ti tevgerê nekarî bi ser bikeve. Ji ber ku xebata wan tenê ji bo parçeyekî diyarkirî bû û ji bo parçeyên din ti hewldanek nedikirin. Belê PKK bûye hêzek serbixwe. Ji ber ku sînorên Sykes Pîcot şikandin. Ji bo herçar parçeyên Kurdistanê xebat meşand.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Govenda 15 Tebaxê li Kobanê geriya
Xelkê Kobanê, 32. salvegera 15`ê Tebaxê û rizgarkirina bajarê Minbicê bi şahiyeke girseyî pîroz kir. Kongira Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi alîkariya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido li gundê Tilêcib ê li rojhilatê Kantona Kobanê ev şahî li dar xist.
Endamên saziyên Kantona Kobanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê û bi sedan şêniyên Kobanê, tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, nûnerên meclîsa damezirîner a sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê, di şahiyê de amade bûn.
Endamên Meclîsa Damezirîner a Federalîzma Demokratîk Êlîzabêth Gewriyê û Ferhad Dêrîk û Cîgira Berdefka Kongira Kongira Star Sara Xelî di şahiyê de axivîn.
Qisekeran rizgarkirina bajarê Minbicê û 32`yemîn salvegera 15`ê Tebaxê pîroz kir û sersaxî ji malbatên hemû şehîdên pêngavê re xwestin.
Ji bo Fermandar Egîd jî qisekeran got, “Bi saya wî gelê Kurd ê di xewa tarî de, şiyar bû û rabû ser piyên xwe”.
Piştî axaftinan koma Botan a şanoyê ya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido şanoyek derbarê pêngava 15`ê Tebaxê de pêşan da. Koma Laleş jî stran gotin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
KOBANÊ
Li Stockholmê pîrozbahiya rengîn
Ciwanên Kurd ên li paytexta Swêdê Stockholmê, 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li navenda bajêr pîroz kir. Ciwanan pêr êvarê li pêşiya stasyona metro ya Slûssenê civiyan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG/YPJ rê li trafîkê girtin û di kolana Gotgatanê de meşiyan.
Ciwanan tîşortên bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” li xwe kir, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e gel em in” û “Ji Ocalan re azadî” gotin.
Ciwanan di dema meşê de dûyê kesk, sor û zer li kolanê belav kir û kolan xemilandin. Ciwanên Kurd xwe gihandin meydana Medborgarplatsenê û li wê derê govend gerandin û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
STOCKHOLM