Bernameya pîrozbahiya Newroza Silêmaniyê diyar bû. Li bajarê Silêmanî wê agirê Newrozê di 20'ê Adarê de li Girê Mameyare were pêxistin û li Rêya Salim, Newroz were pîroz kirin. Li Silêmaniyê doh Desteya Ewlehiya Silêmaniyê, bi serokatiya Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed û bi amadebûna aliyên peywendîdar, bername û amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza îsal ya li Silêmaniyê hate nîqaşkirin.
Piştî civînê, Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed eşkere kir ku li Silêmaniyê di 20'ê Adarê de li Girê Mameyare merasîma pîrozbahiya Cejna Newrozê wê dest pê bike û tê de çend çalakî wê werin lidarxistin. Ji bo welatî di rewşeke aram de pêşwaziyê li Cejna Newrozê bikin, amadekariyên pêwîst hatine kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ