KOLN: Kurdên li Koln û derdora wê dijîn salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekê pîroz kirin. Şeva li Wruosaal hat pîrozkirin nêzî 2 hezar kes tevlî bûn. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman û Nûnera Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJKE) Zelal Amed û Hevşarardarê Sûrê Seyît Narîn axifîn.
HILDESHEIM: Kurdên li bajarê Hîldesheîm ê Almanyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Nêzî hezar kes tevlî şevê bû. Piştî axaftinan Koma Azadiya Jinan, Koma Şengal, Margaret-Zozan-Rezan, Bêrîvan Çiya, Memo û Hesen, Zohre Kurtulan, Beşîr Rojava, Genco, Xemgîn Bîrhat derketin ser dikê.
EMMERICH: 36. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Almanya Emmerichê bi şahiyekê bi beşdariya 500 kesî hat pîrozkirin. Hunermend Şemdîn, Farqîn; Heval Geyhat, Şêxmûs, Evîn û Ayhan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
NANCY: Li bajarê Vandœuvre-lès-Nancy duh piştî nîvro bernameyek hat organîzekirin û ji bajarên Strasbourg, Mulhouse, Saint Avold, Metz û derdora wê nêzî hezar Kurd tevlî bûn. Hunermend Diyar û Sosin û her wiha Koma 84 û Koma Hêja derketin ser dikê. Şev bi govendê bi dawî bû.
CREIL: Li bajarê Creîl ê Fransayê jî bernameyek pêk hat. Hozan Seyîdxan, Hemê Hecî, hunermendên Tev-Çand a Parîsê derketin ser dikê. He rwiha koma folklorê ya Creîl jî lîstikên xwe pêşkêş kir.
SYDNEY: Li bajarê Sydney ê Awûstûralyayê jî damezrandina PKK’ê ji aliyê sedan kesî ve bi coşek mezin hat pîrozkirin. Ji çar aliyê Kurdistanê gel tevlî pîrozbahiyê bû. Endamê KNK’ê Şivan Zerdeşt balkişand ser têkoşîna 36 salan a PKK’ê û Şoreşa Rojava. Endamên Kesk û Partiya Sosyalîst, ciwanên Çînî, kesên ji civaka Suryanî jî tevlî bûn. Hunermend Kanîwar û koma muzîkê derket ser dikê.
BRIGHTON: Li bajarê Brîghton ê Îngîlîstanê jî damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.Îbo Can, Sezgîn Coşkun û Hamîd Sag stranên xwe pêşkêş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN