8’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Magdeburg a Elmanyayê bi şevbêrkekê hate pîrozkirin.
8’emîn salvegera PYD’ê li bajarê Magdeburg ê Eyaleta Sachsen Anhalt a Almanyayê hate pîrozkirin. Di şevbuhêrka pîrozbahiyê de hunermendên weke Xelîl Xemgîn, Hekim Sefqan, Zozan, Peywan Arjîn, Dilo, Narîn Şêxê û gelek hunermendên din derketin ser dikê. Herwiha di şahiyê de alên PYD’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PYD’ê hatin hildan.
Ji Saziya Hevkariya Partiya Kurd a Başûrê Rojava Salar Şexanî, ji Yekitiya Federasyona Êzidiyan Cahit Şengalî û ji Saziya Malbata Şehidan Ehmed Remo di şahiyê de axivîn û ji sazî û rêxistinên kurdan gelek peyamên piştgiriyê hatin.
Ji rêveberiya PYD’ê ya Ewrûpayê Zûhat Kobanî axivî û pêşketinên dawî yên li Sûriye û herêmê vegot. Kobanî bal kişand ku di Bihara Ereban de çav hemû vegeriyane ser Sûriyeyê û diyar kir ku divê dema dawiyê de rola pêşengiyê dikeve ser milê PYD’ê. Kobanî destnîşan kir ku ji bo pêla serhildanê ya Suriye û rojavayê Kurdistanê gelek ciwan amade ne ku beşdar bibin û wiha axivî;  “Niha di rojeva cîhanê de Sûriye cihek pir berfireh girtiye. Tirkiye dixwaze dest li pêşketinên li Sûriyeyê werbide. Gelê me jî di vê demê de pir hişyar û hestiyar e. Di van demên dawiyê de rolek mezin dikeve ser milê PYD ê, partiyên din ên kurd û muxalîfên Sûriyeyê. Armanca me ew e ku em jî rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demoktarîk ava bikin.”
Di şevbêrkê de coş û xuroşek mezin hebû, her wiha bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bijî PYD” hatin qêrîn. Ji bajarên Eyaleta Sachsen Anhalt û gelek bajarên din ên Elmanyayê gelek kes beşdarî şevbêrkê bûn.


 BERLÎN