9’emîn salvegera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Herne yê Almanyayê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di şahiya pîrozkirina salvgerê de Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslîm jî amade bû û behsa têkoşîna PYD’ê ya 9 salan kir.
PYD ku mezintirîn partiya Kurdan a nojavayê Kurdistanê ye, salvegera partiya xwe bi çalakiyên cûda pîroz dike. Bi vê boneyê li bajarê Herne yê Almanyayê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Tevî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç, Parlementerê berê yê Eyaleta NRW Alî Atalan û gelek siyasetmeda rû hunermend beşdar bûn.

Muslim: 'Em nabin leşkerên tu kesî'

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim di şahiya pîrozkirina 9'emîn salvgera PYD'ê ya li Herne de axaftine kir û qala têkoşîna 9 salan a partiya xwe kir. Muslîm bi bîr xist ku gelê Kurd bi dehan sal e di bin zilm û zextên rejîma Sûriyeyê de dijîn û wiha berdewam kir; “Ev salan e em li dijî van zext û tundiyê li ber xwe didin. Me şehîd dan, em avêtin zîndanan, lê em tu carî teslîm nebûn. Em berdewama kevneşopiya berxwedana dîrokî ne. Em bi vê kevneşopiyê têdikoşin. Ji ber wê jî em dibêjin ku; Em êdî nabin leşkerên tu kesî. Em ê ji bo berjewendiyên gelê xwe têbikoşin.”
Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç jî berxwedana gelê nojavayê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku divê gelê Kurd xwedî lê derbikeve. Koç ji bo qebûlkirina nasnameya Kurdan li Almanyayê jî banga piştgiriyê kir.
Piştî axaftinan, hunermendên Kurd Seyîdxan, Xelîl Xemgîn, Peywan Arjîn, Hozan Welat, Narînxan, Zuber Salîh derketin ser dikê û girseyê coşandin.

ANF/HERNE