Sala xwendinê ya serdema duyemîn li Kobanê doh destpê kir. Serdema yekemîn a xwendinê li bajarê Kobanê û tevahî gundên wê ku sê mehan berdewam kir, di meha Çileya 2016’an de jî bi ezmûnan, bi dawî bû. Piştî ezmûnan, şagirt û mamoste 15 rojan ketin betlaneyê. Piştî bidawîbûna dema betlaneyê, doh şagirtan bi coşeke mezin berê xwe dan, dibistanên xwe. 


Pêşî hinek bi tirs bûn

Têkildarî mijarê Rêvebera Dibistana Miştenûr û mamosteya Zanistên Civakî Darsîn Henîfî axivî û da xuyakirin di destpêka sala xwendinê de, ji ber ku meteryal nû bûn, şagirt hinekî bi tirs nêzî dibistanê dibûn, lê piştî ku demsala  xwendinê ya yekemîn  bi zimanê  xwe yê dayikê derbas kirin, ew pir kêfxweş bûn û asta wan a xwendinê baştir bûye. Her wiha Henîfî da zanîn ku şagirt niha bi kêfxweşiyek mezin li benda encamên ezmûnên xwe û wergirtina karnemeyan in. 


 KOBANÊ