Cotkarên gundên Teleban û Heftexer ên girêdayî navçeya Doqoq a Kerkûkê jî ji ber ku mafê wa nayê dayîn û mûçeyê çandinî, ked û genimê xwe nagirin beşdarî çalakiyên boykote bûn.
Cotkarên piraniya wan bi çandiniya genim re mijûl dibin ji ber ku keda wan tê xwarin û mûçeyê çandiniya xwe nagirin, li ser rêya Daqoq a jê re tê gotin Kerkûk-Bexda nêzî 4 seatan rê ji tirafîkê re girtin.
Di heman demê de xelkên derdûra Xurmatû û Daqoqê jî piştgirî dan xwepêşedanan.
‘Heta şertê me bê qebûlkirin’
Her wiha xwepêşandêran diyar kirin ku ew heftiyek dem didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ger ku şertên ew didin diyar kirin pêk neyînin, wê çalakiyên xwe berdewam bikin. Cotkaran diyar kirin ku wan ji 2014’an ve mûçeyên xwe bi temamî ne girtine û gotin wan ji bo mûçeyên xwe bigirin serî li gelek cihên hikûmetê dane, lê kesek bi wan re muxatab ne bûye.
Li Derbendîxan çalakî
Li qezaya Derbendîxan a Silêmaniyê ev 5 rojin welatî, ji bo wernegirtina mûçeyên xwe di çalakiyê de ne. Çalekvanan diyar kirin ku ev pênç rojin çalakiyan dikin, lê heya niha rayedarek nehatiye guhdarî daxwaza wan nekirine û gotin ku divê pirsgirêka mûçe, ceryan û avê bên çareser kirin.
Qeymeqamê Derbendîxanê Nasih Hesen di derbarê çalakiyan de got, ”Em weke karmendên qezaya Derbendîxanê ligel daxwazên gelin û daxwazên wan daxwazên me nin."
Pêr jî li gelek deverên Başûrê Kurdistanê karmendan Hikûmeta Herêma Kurdistanê boykot kirin û neçûn ser kar. Dîsa pêr li navçeya Seyîdsadiq jî karmendan buroyên PDK’ê dan ber agir û êrîşî buroyên Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî kiribûn.
DAQOQ/DERBENDÎXAN