Li gorî raporeke nû ya Zanîngeha Bielefeldê weşandî, vîrusa koronayê li kampên penaberan ên li Elmanyayê hê jî her diçe bi bêhtir bi mirovan dikeve. Li gorî raporê eyaleta lê vîrus herî bi lez di nav penaberên li kampan de belav dibe jî Bayern e. Li vê eyaletê navendên mezin ên girtina penaberan hene ku li her yekê bêhtirî hezar penaberî hene.
Li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir a Beyernê bi xwe heta niha li van kapan 1486 kes bi vîrusa Covid-19’ê ketine û 20 kampên penaberan jî xistine karantînayê. Li bajarê Regensburgê bi xwe, çarşema bihurî ewqas penaber bi vîrûsê ketin ku çarşema bihurî ew sînorê jor bi vîrusê ketinê eşkere hat derbaskirin; sînor ê ji 100 hezar nifûsê 50 kes e, lê çarşemê ji 100 hezar nifûsê li vî bajarî 74 kes bi vîrusê ketin.
FRANKFURT