Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da û diyar kir ku îstatîstîkên saziya wan ên der barê zextên ku rojnamevan pêre li Tirkiyeyê rû bir û mane de, bi awayeke şaş ragihandiye.
Rêveberê CPJ’ê Joel Simon di daxuyaniya dayî de ragihand ku wana di rapora xwe ya sala 2011 de ragihandiye ku li Tirkiyeyê 8 rojnamevan ji ber kar û xebatên rojnamevaniyê hatine girtin.
Simon destnîşan kir ku Tirkiye ji yek ji wan welatên cîhanê ye ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê zêdetirê 100 rojnamevan hatine girtin û saziya wana rewşa van rojnamevanên di girtîgehan de lê dikole.
Simon got ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di civînek a partiya xwe AKP’ê de bal kişandiye ser hejmara rojnamevanên girtî ya ji aliyê CPJ’ê ve hatine diyarkirin û destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi vê yekê hewl bide ku di mijara azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê de fîşaleke zêde heye. Joel Simon bi bîr xist ku CPJ’yê di meha berfanbarê de jî nameyek ji Erdogan re şandine, lê heta niha bersivek wernegirtine. CPJ’ê destnîşan kir ku Erdogan bi awayeke erzan nêzîkê azadiya çapemeniyê dibe û vê yekê jî weke “berevajîkirin” bi nav kir.

NEW YORK