Komîteya Pêşîgritina li Êşkencê (CPT) fikarên Kurdan ên di biwara tenduristî û ewlekariya Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji holê ranake. Tevî çalakiyên Kurdan ên li seranserê dinyayê jî rayedarên CPT´yê tenê got, “Em peywendiyê datînin bi rayedarên Tirk re”. Rayedarên CPT wekî din got, ew ê agahiyên di destê xwe de jî eşkere nekin.

Doh bi sedan kesên ku li Strasbourgê çalakiyê li dar dixin, doh meşiyan ber avahiya CPT û Konseya Ewrûpayê. Kurdistaniyan û dostên wan li vir çalakiyeke rûniştinê kir. Li vir heyeteke ku parlamenterên Ewrûpî jî di navê de li ser navê çalakgeran bi bi serokê beşa Tirkiyeyê yê sekreteryaya CPT´yê Michael Neurauter re û heyeta pê re rûnişt. 

Endama Koma Sosyalîst a Parlamena Ewrûpa (PE) yî Ingilîz Julie Ward, serokê berê yê Koma Çep di PE´yê de Francis Wurtz û nûnerê HDP´ê li Konseya Ewrûpa Fayik Yagızay li ser navê çalakgeran bi heyeta CPT´yê re rûniştin û daxwazên xwe yên der barê rewşa Ocalan de gihandin CPT´yê.

Endamên heyetê bi bîr xist ku Ocalan herê dawî karî Îlona 2016´an hevdîtinekê bi malbata xwe re bike û ji hingê ve ti agahî ji wî nehatiye wergirtin.


Yekane saziya berpirsiyar CPT ye

Endamên heyetê îdîayên der barê tenduristiya Ocalan de yên di medyaya civakî de bi bîr xistin û got, ew nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime, ka Ocalan bi silamet e yan na. Heyetê îşaret bi fikar û endîşeya ku ev rewş li cem civakê rê li ber vedike jî kir.

Heyetê da zanîn ku serdana parêzer û endamên malbatê ya Îmraliyê tê astengkirin û yekane sazioya rayedar ya ji bo vê rewşê jî CPT ye.

Rayedarên CPT´yê jî îfade kir ku di hevdîtinên çend rojan de haya wan ji van daxwazan heye, û îdîa kir ku ji ber peymana damezrandinê ya CPT´yê jî ew nikarin agahiyên li ber destê xwe parve bikin. Serokê Beşa Tirkiyeyê yê sekreterya CPT´yê Michael Neurauter got, tevî vê jî ew qebûl nakin ku destûr neyê dayîn ku parêzer û endamên malbatê Ocalan bibînin. Neurauter got ew bi awayekî çalak ji bo rewşa Ocalan peywendiyê datînin li gel rayedarên Tirk, lê belê ew agahiyan bistînin jî, heger Tirkiye destûrê nede ew nikarin van agahiyan parve bikin. Heman rayedarî da zanîn ku ew mijarê dişopînin. 


Çalakiyên me wê dewam bikin

Piştî hevdîtinê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal daxuyanî da girseya çalakger û rexne li CPT’yê girtin ji ber ku nikarîbû daxuyaniyeke tetmînker bide. Kartal got, daxwaza gel zelal e û çalakiyên wan wê dewam bikin heta ku heyetek bi Ocalan re rûne. 


STRASBOURG