Wekîlê Podemos ê Spanyayê, Urban Crespo ya ku endama Parlemena Ewrûpayê ye bal kişand ser girîngiya şikandina tecrîdê û got, ew grevên birçîbûnê dixin rojeva Yekîtiya Ewrûpayê. Wekîla Swêdî, Bodil Valero jî serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir û got, “Ne tenê Yekîtiya Ewrûpa û welat hemû jî divê li dijî tecrîdê derkevin ku bi salan e didome.”
Wekîlê Podemos ê Spanyayê, Migule Urban Crespo ya ku endama Parlemena Ewrûpayê ye çû serdana çalakiya greva birçîbûnê ya ku ev 89 roj in li Strasbourgê didome. Crespo bi Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç re civiya.
Migule Urban Crespo diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji bo mafên mirovan gelekî girîng in û Parlamena Ewrûpayê di nav de, ew çalakiyê li gelek cihan diparêzin.
Crespo diyar kir ku wan derbarê tecrîd û greva birçîbûnê nameyek nivîsandiye, ew ê hefteya pêş nameyê bidin Komîserê Berpirsê Karên Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini.
Divê welat hemû li ber tecrîdê rabin
Wekîla Parlamena Ewrûpayê ya ji Partiya Keskan a Swêdê (Miljopartiet), Bodil Valero jî pêr êvarê çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê.
Valero tevî Nûnerê HDP’ê Fayik Yagizay, bi Yuksel Koç re ji bo demeke kurt peyivî.
Yuksel Koç diyar kir ku çalakiya wan ne tenê ji bo Kurdan yan jî Rêberê Gelê Kurd e û got, çalakiya wan di heman demê de ji bo qedandina şer û pêkhatina aştiyeke bi rengê azadiya gelan e. Koç wiha dewam kir: “Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê tawîzê ji berxwedana xwe nedin. Yekane daxwaza me ji Konseya Ewrûpayê û CPT´yê ew e ku ji bo mîmarê aştiyê Birêz Ocalan karibe rola xwe bi cih bîne, bike ku parêzer û malbata xwe bibîne.”
Bodil Valero jî got, ew bawer dike wê çalakî bi ser keve û got, “Ne tenê Yekîtiya Yekîtiya Ewrûpa yan jî dewletên endam, diviyabû welat hemû li dijî vê derketibûna.”
STRASBOURG